Konferansa Asayişa Jin bi nîqaşên girîng dewam dike
14:48
JINHA
RIMÊLAN - 1'mîn Konferansa Asayişa Jinê a Rojava bi coşek mezin û nirxandinên girîng dewam dike.
Li Salona Aram Tîgran ya TEV-ÇAND'ê ya bajarê Rimêlana Kantona Cizîrê 1'mîn Konferansa Asayîşa Jinê a Rojava bi dirûşmeya "Şoreşa nekaribe jinê azad bike, ne şoreş e" dest pêkiribû dewam dike.
Di konferansê de Rêvebera Desteya Karên Hundir Şêrîn Adem axaftineke berfireh kir û şoreşgera jin Bêrîtan bi bîr anî. Şêrînê diyar kir ku ew li ser şopa berxwedanvanên têkoşîna azadiyê didin û wiha got: "Konferans di rojeke wiha dîrokî de pêk hat. Asayişa Jinê jî li Rojava li dijî desthilatdariyê têkoşîna jina azad pêş dixîne."
Cîgira Seroka Kongreya Star Welîde Botî jî tevahî şervanên ku di eniya şer de li ber xwe didin slav kir û wiha axivî:"Bi hêz û keda wan em li vir azadiyê dijîn. Ev hemû jî berhema keda Rêber Apo ye. Rêbertî jin ronî kir. Em tev ji hêza avakirina jinê digrin û heyecan digrin."
Endama Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federlal Demokratîk ya Rojava-Bakûrê Sûriyê Foz Yûsif jî slavên xwe pêşkêşî mêvan û delegeyên konferansê kir û wiha got: "Em bejna xwe li pêşberî hemû berxwedêrên azadiyê yên li El Şehba şehîd bûne ditewînin. Em bi hêvî ne ku ev konferans wê bigihîje encameke girîng. Em bigihîjin asta jinên şerker. Herêma me ji pêvajoya guhertinê re derbas dibe. Divê em gelêkurd siyaseteke rast bimeşînin. Herkes li dijî me di nav planên qirêj de ye. Em divê vê qebûl nekin û sîstema xwe ya siyasî, rêveberî, parastin xurt bikin"
Foza li ser rola Asayişa Jinê ji bo parastina ax û mafên jinê jî sekinî û xwest ku zanebûna zayendî û ya welatparêzî bê bilind kirin.
Piştî axaftinan rapora xebatê ya Asayişa Jinê ya salekê hate xwendin û di van kêliyan de nîqaş li ser naveroka raporê destpêkiriye.
Konferans bi hemû coşa xwe didome…
(rd/en/rc)