Gerîlayên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan tên definkirin (2)

14:59

JINHA

AMED - Ji 14 gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Dêrsimê di encam bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan 8 ji wan li Amedê hatin definkirin.

Ji 14 gerîlayên ku li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn 8 ji wan piştî karê Otopsiyê ji bo bên definkirin şevadin anîn Amedê.

Ji 8 cenazeyên ku anîn Amedê yê Ramazan Kardag (Pling Sur), Îbrahîm Gultekîn (Dogan Amed), Şevîn Akdamar (Nujîn Solîn) û Semra Elalmiş (Peyman Kurdistan) li Goristana Yenîkoyê bi tevlibûna siyasetmedar û gelek welatiyan piştî vecîbeyên olî li gel dirûşmên "Şehîd Namirin" bi mersîmeke girseyî hatin definkirin.

4 gerîla li gundên xwe hatin definkirin

Piştî merasîma ku li Amedê hat kirin Şenay Laleşahîn (Ciwan Amed) li gundê Husyeynîka yê Licêya Amedê, cenazeyê Mahmut Bîlgîn (Seyîtxan Amed) li Kocakoya Amedê , yê Dîlan Akkoç (Destan Agît) li gundê Terziyan yê Amedê û yê Yavuz Unal (Rubar Hanî) jî li gundê Terziyan yê Hênêya Amedê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin defirnkirin.

(bc-mm/gc/mk)