Jinên girtî ji ber rewşa Şirnexê dest bi gireva birçîbûnê dikin
15:40
JINHA
İZMİR – Ji ber qedexeya derketina kolanan a li Şirnexê berdewam dike û xirakirina konên wan 5 rojan çalakiya gireva birçîbûnê didin despêkirin.
Girtiyên PAJK’ê yên li Girtîgeha Jinan a Şakrana İzmîrê dimînin ji bo pirotestokirina qedexeya derketina kolanan a li Şirnexê berdewam dike û danîna konê wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Jinên girtiyên bi rêya nameyekê çalakiya xwe dan bihîstin diyar kirin ku dê 5 rojan greva birçîbûnê bidin despêkirin.
Jinên dan zanîn ku dixwazin bibin hevparê berxwedana gelê Şirnexê di nameya xwe de wiha gotin:
“Dixwazin qirkirina nijadî bikin û bi tevahî Şirnexê bê mirov bihêlin. Hevalên me yên li girtîgeha Şirnexê dimînin jî rastî sepandinên AKP’ê yên faşîzane tên. Hevalên me yên li van cihan dimînin bi politikaya tinekirinê re ru bi ru ne. Lê hem hevalên me yên di girtîgeha Şirnexê de dimînin hem jî gelê Şirnexê yê li hemberî hemû şertên zor li ber xwe didin bersiva berxwedanê ya herî giring didin faşîzma AKP’ê. Em jî dixwazin bêjin ku bi her awayî em li gel hevalên xwe ne. Em soza bi berxwedana gelê xwe yê di kol û konên herêma Şirnexê de jiyan dikin re didin. Bila neyê ji bîrkirin ku di nava PKK’ê de soz vîne, bi soza ku me ji berxwedêran girtiye em soza têkoşîna xwe mezin kirinê dikin. Li hember sepandinên ser girtîgeha Şirnexê û gelê Şirnexê dikin em ê 5 roja çalakiya greva birçîbûnê bidin despêkirin.”
(zt)