Li Îranê çalakvana siyasî Gulrox Êrayî ji ber pirtûk nivîsand hat girtin
16:04
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina afuyê ya navneteweyî ji bo çalakvana siyasî ya Îranê Gulrox Êrayî dexwaza azadiya wê kir û her wiha desteserkirina pirtûka wê jî weke bûyera recimkirinê girt dest.
Li gorî nûçeya Radyoya Zamanê ya Îranê, Rêxistina Afûyê ya Navneteweyî girtina çalakvan siyasî ya Îranê Gulrox Êrayî wek kiryarek dervî zagonî hat bi nav kirin û dexwaza azadiya wê bê şert kir. Cîgirê Serokê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afriqayê Megdana Mêqrabî li ser navê Rêxistina Neteweyî raghand ku Gulrox li ser çalakiyên xwe yên aştîxwaziyê hatiye girtin. Herwiha wiha desteserkirina pirtûka Gulrox ya ku di derbarê recimkirina jinên li Îranê de nivîsiye, jî hat gotin ferqa desteserkirin û recimkirinê nemaye. Di heman demê de astengî û nêzîkbûnên ne li gor zagonan yên dijî çalakvanên siyasî hat ziman. Her wiha Megdana anî ziman ku bi girtina Gulrox dixwazin çavê çalakvanên siyasî bitirsinin û got ku rewşek dervî zagonî û xeter li holê heye.
Di 24'ê cotmehê de hêzên Emnî yên Îranê li bajarê Tahranê bi ser mala Gulrox Êrayî de girtin û ew birin girtîgeha Ewîn. Her çiqas ji bo serdegirtinê destûr nebû jî, derî û paceyê malê hatin şikandin. Gulrox ji ber pirtûka ser recimkirina jinan ya li Îranê nivîsiye, jêre 6 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Hevjînê Gulrox Areş Sadqî jî ji ber çalakiyên siyasî hatiye girtin û jêre jî 19 sal cezayê girtîgehê hatî dayin. Dadgeha Îranê ji ber Gulroxê pirtûka bi navê 'Recimkirina jinan li Îranê' cezayê girtîgehê ya 6 salan birî.
(şb/rc)