Xebatên jinan li gundan bi perwerdeya zayendiya civakî berdewam dikin

16:40

JINHA

MÊRDÎN-Li Mêrdînê xebatên Daîreya Polîtîkayên jinan li gundan berdewam dike û di çarçoveya van xebatan de li gundê Qelendera ji jinan re dersên civaka zayendî hatin dayin.

Daîreya Polîtîkayên jinan a di bin banê Şarederiya Bajarê Mezin a Mêrdînê de xebatên xwe dimeşîne li gundê girêdayî navçeya Artukluyê, Qelendera der barê zayendiya civakî, îstîsmarkirina zarokan, kuştina jinan, tendûristiya jinan û di zarokatiyê de zewicandina jinan de semîner da jinan.

Xebata Daîreya Polîtikayên Jinan dê li tax û gundan berdewam bike .

(zyd-ea/mk)