'Azadiya Serokatiya me û ya axa me girêdayî hev e'
16:52
JINHA
AMED - KJA'yê di çarçoveya kampanyaya "Ez li Serokatiya xwe, li axa xwe û li azadiya xwe xwedî derdikevim" de li Baglara Amedê bi jinan re civîn kir. Di civîna ku ji jinan re derbarê naveroka kampanyayê de agahî hat dayîn de, wiha hat gotin: " Azadiya Serokatiya me û ya axa me ji hev ne cudaye û divê ku em ji bo vê têkoşînê bidin."
KJA'yê di çarçoveya kampanyaya "Ez li Serokatiya xwe, li axa xwe û li azadiya xwe xwedî derdikevim" de li Baglara Amedê bi jinan re civîn kir. Civîna ku li salona dawetê hat lidarxistin bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Ji bo civîna ku hat lidraxistin Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, KJA û gelek jin tevli bûn. Di civînê de Endama KJA'yê Mekiye Ormanci 25'ê cotmeha 1992'an 24'emîn şahadeta Gulnaz Karataş (Berîtan) bi bîr xist û got ku divê jinên kurd li ser xeta Berîtan bi welatparêzî pêşve biçin.
'Me ji bo vê dest bi kampanyayê kir'
Mekiye diyar kir ku li dijî daxwaza xwerêvbirinê dewlet bi her awayî êrîşên xwe berdewam dike û wiha berdewam kir: " Dewlet ev 40 sal e ku mala me û warê me hildiweşîne, divê ji bo vê têkoşîn bê dayîn. Divê ku em xeta qehremaniyê ya berîtan esas bigirin. Me ev li Cîzîr, Sûr û li Nisêbînê dît. Ciwanên me jiyana xwe li van cihan feda kirin. Azadiya Serokatiyê ya me hemûyan e. Azadiya Serokatiya me û ya Axa me ji hev ne cuda ye."
'Zîhnîyeta yekperest heye'
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp jî diyar kir ku jinên kurd ji bo zimanê xwe, axa xwe û nasnameya xwe têkoşînê didin, lê li gel vê têkoşînê rastî zîhniyeta yekperest tên.
Piştî axaftinên ku hatin kirin civîn bi dirûşma "Jin jiyan Azadî" û bi çepikan bi dawî bû.
Buluşma yapılan konuşmalarla ve "Jın jiyan azadi", "Biji Serok Apo" sloganları ile son buldu.
(şa-md/gc /mk)