'Berxwedana Bêrîtanê îro li El Şehba nûjen dibe'
17:53
JINHA
TIL TEMIR- Li bajarê Til Temirê bi armanca bîranîna Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan, semîner hate dayîn. Ronahî Tiltemir di semînerê de got: "Berxwedan Bêrîtanê di kesayeta jinên şoreşger de nûjen dibe."
Di 24'emîn salvegera bîranîna Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan de li tevahiya Rojavayê Kurdistanê çalekiyên bîranînê pêk hatin. Li bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê jî bi vê munasebetê semînerek hat lidar xistin. Jinên bajêr li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan ya li bajêr kom bû. Di serî de deqîqeyek rêz hate girtin. Paşê Rêveberiya Kongra Star Ronahî Til Temir derbarê kesayet û têkoşîna Bêrîtanê semîner da. Ronahî diyar kir ku Bêrîtan bûye sembola hemû jinan û wiha pê de çû: "Wek ku Rêber Apo dibêje 'Hevala bêrîtan milîtana min e, ez persbektîfên xwe jê digrim' hevala Bêrîtan ji bo me jî perspektîf e. Îro jî bi hezaran jin li ser rêya hevala Bêrîtan dimeşin û bi hezaran jinên şoreşger navê xwe danîn Bêrîtan. Berxwedana hevala Bêrîtan îro li El Şehba di kesayeta jinên şoreşger de nûjen dibe."
Piştî axaftina Ronahî Til Temir jî sînevîzyonek li ser jiyana Bêrîtan hate temaşekirin. Jinan jî hezkirin û girêdana xwe bi xeta lehenga azadiyê bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" anîn ziman.
Paşê jî helwaye ku tê gotin Bêrîtanê pir jê hez kiriye, li jinan hat belavkirin.
(sş/rh/rc)