ROJEVA 26'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Jinên xweliqkar ji bo pêdiviyên malbatê, ji her tişteke xwezayê sûdeke cuda digrin û bi her awayî ji bo jiyanê hêsan bikin tiştek nû diafirinin.
*Kooperatîfa Jinan a Pêngava Yekemîn ku ji bo jinan qada îstîhdamê diafirîne û di gelek mijaran de xebatên perwerdê dide meşandin, bi odeya lîstikê re ji bo pêşketina zarokan jî dibe destek.
*Agahiyên ku wê Kolana Kulturê ya li Seyhana Edeneyê ye tê hilweşandin rastî bertekên jinan tê. Esnafên jin yên kolana Kulturê diyar kirin ku ew bi mehane têkildarî mijarê de ji şaredariya Seyhanê daxuyaniyekê dipên û ev tişt anîn ziman: "Rêveberiyên herêmî qadên îstîhdama jinê fireh dikin, yên di destê wan de hilnaweşîne. Em kolan cihê bîhndana me ye. Em nadin hilweşandin."
*Koordînatora Giştî ya Koalîsyona Jinê Îlknur Ustunê balkişand ser pergala hevserokatiyê û diyar kir ku ev encama têkoşîna bi salan a rêxistnên jinane û ji ber vê yekê divê rêxistinên jinan lijî qayyûman bibin yek û bi hev re têbikoşin.
*Komeleya Femînîzmê ku di meha Hezîranê de hat avakirin û di meha xwe ya 4'emîn de Sempozyuma Femînîzmê li Tirkiyeyê pêk anî, sempozyum mezin kir û niha dixwazin kongreya femînîzmê ya navneteweyî pêk tînin.
*Jinên Wêranşarê ji bo kampanyaya KJA'yê ya 'Ez xwedî li rêbertî, xak û azadiya xwe derdikevim' bang kirin û bertek nîşanê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan. Jinan diyar kir ku tecrîd şer e, ji bo aştiyê divê Rêbertî azad bibe.
*Gulten Taranç bi fîlmê xwe yê 'Yagmurlarda Yikansam' di Festîvala Fîlman a Antalyayê ya Navneteweyî de Xelata Temaşevanên Herî Baş girt. Gultenê got: "Sînema nasnameya derhênerê xwe ye. armanca min ev bû derdên jinan vebêjim, dengê wan bidim bihistin. Zîhniyeta biryara pîvanara bedena jineke ciwan li cihê kar dide, hilberîna zîhniyeta mêrê ku jiyana hevjîn, destgirtiya xwe ji dest digireye. Ji ber vê min di fîlmê xwe yê yekem de cînayetên jinan girt dest.
*Çalakvana jin ya Rojhilat Fatîme Kerîmî têkîldarê çalakiyên jin yên li Îranê û rojhilata Kurdistanê diyar kir ku, siyaseta Îranê ji bo çewsandina mafê jin pêk tê ji ber vê jin li benda rêxistinbûnek ya jinanin.
*Nahîde Debanê ya ku li bajarê Til Temirê dijî, li pişt mala xwe baxçeyek biçûk çandiye û pê debara malbatê dike.
*Aya Ebdul Qadîra 9 salî berpirsyariya malbatê tev hildaye ser milên xwe û li kêleka rê dezgeh daniye.
* A diyar kir ku gava ku polîs ji kolanên wan derkevin wê jiyana xwe bi neynûkên xwe ji nûve ava bikin û got: "Berê bîhna nanê tenûrê dihat ji kolanan niha şopa guleyan heye. Lê çi dibe bila bibe emê serî netewînin. Ew bîhna tenûrê wê dîsa bê. Ev 40 sale em berxwe didin. Me li dijî Hîzbûllahê berxwe da. Me li dijî JITEM'ê berxwe da. Farqîn 7 caran hat hilweşandin dîsa hat avakirin. Ev ya 8'emîn bû. vê carê avakirin ji me re ma."