'Jinan bi hev re hevserokatî qezenc kir, divê bi hev re têbikoşe'

09:05

Ruken Tuncel/JINHA

EDENE- Koordînatora Giştî ya Koalîsyona Jinê Îlknur Ustunê balkişand ser pergala hevserokatiyê û diyar kir ku ev encama têkoşîna bi salan a rêxistnên jinane û ji ber vê yekê divê rêxistinên jinan lijî qayyûman bibin yek û bi hev re têbikoşin.

Koordînatora giştî ya Koalîsyona Jinê Îlknur Ustunê ku ev 17 sale di siyaseta herêmî de xebatan dimeşîne qayyûmên hatine tayînkirin, girtina saziyên jinan nirxand.

Îlknurê anî ziman ku jiyana rojane li cihên ku jiyan heye tê ava kirin û wiha berdewam kir: "Dema mirov ji nêz ve li cihên ku em dijîn dinêrin, gelek mekanîzmayên red dike yên ku ketine jiyana rojane, normal û xwezayî bûne hene. Ev teşeyên şîdet û newekheviyê hebûna xwe diparêzin û mirov nekarin behsa azadî, dadê û wekheviyê bikin. Şîdet û newekhevî di sererastkirina waran de, plansaziya bajaran û avabûna meclîsên şaredariyê de jî hene."

'Divê ji herêmî de mudaxale bêkirin'

Îlknurê di berdewamiyê de daxuyand ku rêberiyên herêmî yekemîn merciya ku divê çawa bê jiyinê ye û got: "Ji ber vê di siyaseta herêmî de têkiliya jin û rêxistinên jinan gelek girînge. Ji ber biryarê dide ku çawa bê jiyîn. Her wiha divê ji bo pirsgirêkên heyî çareseriyên mayînde bê tespîtkirin û mudaxale bêkirin."

'Li gorî 15-20 sal berê gelek tişt hat kirin'

Îknûrê destnîşan kir ku 15-20 sal berê mirov nekare behsa têkiliya rêveberiyên herêmî û rêxistinên jinan bikin û li gorî salên 90'î rêxistinên jinan îro di xebatên rêveberiyên herêmî de gelek tişt kirine.

Îlknurê wiha pê de çû: "Em bajar bi bajar digerin xebatan dikin. lê kêmasî pirsin. Mesela me nedifikirî ku pirsgirêka kanalîzasyonê ya jinê ye. Ji berk u di zimanê me de hişê me de ev pirsgirêka siyaseta mezin bû. Di nava demê de em bi bandora vê ya li ser jinê re ketin têkiliyê. Divê bi kesên ku van polîtîkayan pêk tînin re biketa têkiliyê û di qada em dijiyan de me dixwest em biryarê bidin. Di encama xebatên rêxistinên jinan, jinên femînîst û tevgerên jinên Kurd re vê bandor li ser rêveberiyên herêmî kir."

Îlknurê bandora pergala hevserokatiyê ya li ser jinê jî nirxand û got di alî wekheviya zayendê de pêngavek gelek girînge û got: "Di 2000'î de hejmara şaredarên jin ji hezarî 6, di 2004'an de ji sedî 1, di 2014'an de ji sedî 2 û bi pergala hevserokatiyê re ji sedî 7 zêde bûye. Bi pergala hevserokatiyê re jin bi rehetî çûne daîreyên cemawerî û pirgirêkên xwe şîdet vegotine."

(hu)