Di hedefa Komeleya Femînîzmê de kongreya navneteweyî heye

09:06

JINHA

ENQERE-Komeleya Femînîzmê ku di meha Hezîranê de hat avakirin û di meha xwe ya 4'emîn de Sempozyuma Femînîzmê li Tirkiyeyê pêk anî, sempozyum mezin kir û niha dixwazin kongreya femînîzmê ya navneteweyî pêk tînin.

Komeleya Femînîzmê piştî hat avakirin 4 meh şûnde sempozyuma femînîzmê ya li Tirkiyeyê pêk anî û îmze avêt xebatek girînge. Komeleya Femînîzmê ji bo pêşerojê jî hedefên wê yên mezin hene.

'Emê bajar bi bajar belav bin'

Seroka Lijneya Rêveberiyê Atiye Eren Karagoz diyar kir ku ew bi 5 parêzerên tecrube, jînekologek û 2 psîkologî piştgiriyê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev komele ji bo hemû jinên bindest, mêr, înterseks û LGBT'î hatiye avakirin. Em niha li Enqereyê ne û emê bajar bi bajar belav bibin. Projeyên me yên nû hene."

Endama Lijneya Rêveberiyê Ozlem Taşkesenê jî bi lêv kir ku ew dixwazin sempozyumê mezin bikin û veguherin kongreyê û wiha berdewam kir: " Em dixwazin ya salê carê yan jî du salan carê kongreyeke femînîzmê ya navneteweyî pêk bînin. Ji bilî vê wê atolyeyê perwerde û xebatê bên avakirin. Me meclîsê biçûk ava kirin. Mînak li zanîngeha meclîsên femînîst, meclîsa jinên kedkarên malê. Em hewl didin ji her mexduriyetê re bibin alîkar."

(de-he/hu)