'Azadî û aştî ancax bi Rêbertiyê pêkane'
09:07
JINHA
RIHA- Jinên Wêranşarê ji bo kampanyaya KJA'yê ya 'Ez xwedî li rêbertî, xak û azadiya xwe derdikevim' bang kirin û bertek nîşanê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan. Jinan diyar kir ku tecrîd şer e, ji bo aştiyê divê Rêbertî azad bibe.
KJA'yê di meha Tebaxê de kampanyaya 'Ez xwedî li rêbertî, xak û azadiya xwe derdikevim' dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de çalakî û bernameyê jinan balê dikişînin. Jinên Wêranşarê xwedî li kampanyayê derketin û bertekên tûnd nîşanê tecrîdê dan.
Li hember Ewropayê bertek
Suheyla Çelîkê bêdengiya Ewropayê ya li dijî tecrîdê rexne kir û wiha pê de çû: "Ev bêdengiya Ewropayê ya li dijî vê zilmê çiye? Mirov dimirin lê ew bêdengin. Zarokên me dimirin. Em dixwazin hevdîtinên bi rêbertiya me re pêk bên. Azadî û aştî bi azadiya Rêbertiya me pêkane."
'Şer ji bilî rondikan tiştekî nayne'
Nazime Bardakçiyê jî diyar kir ku divê hemû gelê Kurd li dijî tecrîdê têbikoşe û got: "Li ser gelê Kurd polîtîkayên şer yên mezin tên meşandin. Bidawîbûna vî şerî bi azadiya rêbertiya me pêkane. Li girtîgehan îşkence tên kirin. Mamosteyên me ji kar tên derxistin. Ev hemû ji ber şer tên jiyîn. Bila ev şer bi dawî be.
Yildiz Emekê jî di axaftina xwe de cih dan van îfadeyan: "Ez bang li hemû Kurdan dikim. Ji bo tecrîd rabe divê hemû gelê Kurd rabin ser piyan.Ji bo azadiya Rêbertiya xwe divê em dengê xwe bilind bikin. Divê ti dayik negrîn."
(rt/hu)