Aktivîsta Îranê Fatîme Kerîm rewşa jin ya li Îranê nirxand

09:09

Soma Rojhilat/ JINHA

ROJHILAT - Çalakvana jin ya Rojhilat Fatîme Kerîmî têkîldarê çalakiyên jin yên li Îranê û rojhilata Kurdistanê diyar kir ku, siyaseta Îranê ji bo çewsandina mafê jin pêk tê ji ber vê jin li benda rêxistinbûnek ya jinanin.

Çalakvana jin ya Rojhilatê Kurdistanê Fatîme Kerîm di derbarê rewşa jin ya li Îranê û rojhilatê Kurdistanê de ji ajansa me JINHA'yê re axivî û diyar kir ku desthilatdarên Îranê polîtîkayên xwe piranî li ser jinê pêk anîne û mafê çalakiyên xweser ji jinan wergirtine.

'Rewşa jinê li gorî siyaseta Îranê rêve çûye'

Fatîmeyê anî ziman ku, jinên Îranê têkoşîna ku berî sedsal ji bo maf û çalakiyên jiyanê yên xweser dabûn destpêkirin hîna berdewam dike û wiha got: "Çalakiyên jinên Îranê di nava çalakiyên giştî yên neteweyî de sînordar maye. Mijarên siyasî çewan hatibe rêvebirin, rewşa jinan jî di navde ew bû. Rewşa jin li gorî siyaseta Îranê rêveçûye. Mînak di pêvajoyên ku siyaset baş pêşketibaye asta jin jî pêre ewqas pêşketiye. Lê belê jinên gihêştine astek nû û kevneşopiyên civakên desthilatdar red dikin û rexne pêşdixin. Piştî şoreşa gelan ya Îranê, hikûmeta Îslamî hat ser îxtîdarê û bi vê yekê re di warê zagonî, siyasî û civakî de jin rastî zehmetî û astengiyên mezin hatin. Lê belê jin li hember pergala desthilatdariyê ya li Îranê serî netewandin û ji valatiyên siyasî sûdê wergritine. Dewleta Îranê li hember berxwedana jin şîdet jî wek rêbazê sereke bi kar aniye, lê belê nekarî bigêje armanca xwe. Niha li Îranê pirsgirêka herî sereke pirsgirêka jinê ye."

'Her dem li Îranê sînorek ji bo jinan hatiye diyar kirin'

Fatîmeyê destnîşan kir ku, di qada perwerde û zanîngehê de piranî jin cihê xwe digrin û wiha domand: "Jinên Îranê di qadê perwerdehiyê de bi pêşketina teknolojî (Înternet) re perspektîfên rejîmê êdî napejrîne. Dexwaziya jinan ligel dexwaza dewleta Îranê pir cudaye. Herdem li Îran sînorek ji bo jinan hatiye diyarkirin. Di serdema Reza Şah de hîcabê serê jinan bi zor hatibû danîn, di hikûmeta niha de jî bi zorê cardin jin bi hîcap kirine. Her tişt bi zorê li hember jinan pêk anîne. Tevahî desthilatdarên Îranê ji bo pratîk kirina projeyên dewletbûna xwe jin wek hedef û amûrek sereke hatiye dîtin û ji bo berjiwandiyên xwe jin kirine armanc. Ji ber vê yekê desthilatdarên Îranê mafên çalakiyên xweser ji jinan wergirtine."

'Sedema siyaseta dewletê qeyrana exlaqî derxistiye holê'

Fatîmeyê bal kişand ser aktîvîstên jin yên li Îranê û wiha pêde çû: "Li herêmên ku xizanî heye û bi taybet li rojhilatê Kurdistanê aktivîstên jin tune ne. Sedama vê yek hejarî û ya din jî zext û astengiyên dewletê ye. Ji ber vê aktîvîstîbûn li Îranê ne hêsane. Her çiqas hêjmarê jinên aktivîst kêmbe jî çalakî û xebatê wan di nava jiyanê de bi bandor in. Ya girîng şêwazê çalakî û baweriya wane. Mixabin li Îran û Rojhilat jî sedemên siyasetên dem dirêj ya li ser civakê bi xwere qeyrana exlaqî derxistiye holê. Ew jî pir caran dibe sedema ku gel bawerî nede kesên çalakvan an jî aktivîst."

'Jinên ku bê ji maf bêpar hatine hêştin rewşa wan girane'

Fatîmeyê bi lêv kir ku, divê çalakiyên femînîstan di heman astê de neyê destgirtin û wiha pêl da gotina xwe: "Baweriya her femenîstek li gorî herêm tê guhertin. Ya girîng em qala kîjan tevgerên femînîst dikin, femînîstên Îranê yên ku li Tahranê dijîn di çerçoveya çalakiyên lîberal de dixebitin û pirsgirêkên çîna jêrîn ji nedîtî ve tên. Femînîstên çepgir bêy ku ferq û cudakariyê bixin navbera birdozî û çînayetiyan de têdikoşin. Bi taybet jinên ku ji maf bêpar hatine hêştin, di rewşên giran de dijîn. Jinên femînîst yên Îranê di heman çerçoveyê de rêve naçin. Lê belê pirsgirêkên wan hevbeşe, ew jî emnîbûne (girtîbûne). Pêwandî û têkilya jinan di asta teorî de maye, di warê pratîk de çalakî pir zêde pêk nayê."

'Jinên Rojhilat têkoşîna jiyanê didin'

Fatîmeyê da zanîn ku ji ber pirsgirêkên jinên Îranê ne weke heve mirov ji bo wê nikare çareseriyek raste rast diyar bike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dexwaza jinek şîîe, faris li Tahran û dexwaza jinek sûnî a belucî ji hev pir cudaye. Heya niha jinên çîna bindest pirsgirêkên wan yên xwendinê çareser nebûye. Her wiha ji ber pirsgirêkê debarê heye ji bo wan hicab ne pirsgirêke. Lê ev yek ji bo jinên li Tahranê dijîn ne wihaye. Ji ber Jinên dinav çîna serdest dijîn zêtir pirsgirêkên wan yên wek Hîcab, mafên azadiya nêrîn û tevgerandinê heye. Lê pirsgirêkên jinan li Kurdistanê dijîn ne wihaye. Ji ber hejarî û xizanî ew têkoşîna jiyanê didin."

'Çûyîna jinan ji bo zanîngehan gavek mezinbû'

Fatîmeyê got: "Di sala 1906'an de armanca çalakiyên jinan bi destxistina mafê perwerdehiyê bû. Ew jî piştî şoreşa gelan hîn zêtir kete Rojevê heya ku jin karîn di dibistan û zankoyan de gavek mezin bavêjin û zilam derbaz bikin. Jin roj bi roj karî di nava qadên cuda cihê xwe bigirin. Ev jî ji bo cara yekem jinên çîna bin dest karin dur ji çavdêriya malbatê kêmek be jî azadiya xwe bi dest bixin. Ev ji bo gav avêtina jinên bi xwastek deriyek ve kir. Ji berê malbat derfet nde didan ku jin derkevin derveyî mal. Çûyîna jinan ji bo zanîngehê gavek bû ji bo jin ji malê derkevin û tevlî qadên cuda bibin. Lê piştî serkeftinek mezin ya jinan, di demek kurt de dewlet dest bi tedbîr girtinê kir. Ji bo wê niha koteya bêkariya jinên ku zanîngeh qedandine bûye sedemek ji bo bêhîvî bûna jiyanê."

'Hêviya jinên Îranê rêxistinbûna jine'

Fatîmeyê her wiha raghand ku di salên dawiyê de li Îranê ji ber qirîzên aborî di nava gel de bendewariya derketinek mezin heye û ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Siyaseta Îranê ya di warê aboriyê de rê li ber fihuşê vekiriye û ev yek dibe sedem gelek kes bibin qurbanê vê siyasetê. Her çiqas koteyê vê qurbaniyê ne diyar be jî jin li Îranê bi her kiriyarek dervey exlaqê mirovahiyê re rubiru maye. Heya ku tevahî pirsgirêk û daxwaziyên jinan bi hemû pêkhate û çînên heyî sînorên xwe berfirehtir nekin,pirsgirêk ew ê çareser nebe. Heya ku jin bi hevre xwe bi rêxistin nekin nikarin, em hêvî ji çalakiyên take kesî nakin ji ber ku wê bi xwe re ancamek mezin neyîne. Hêviya jinên Îranê tenê Rêxistinbûna jine."

(şb/rc)