'Sakîne Evîndara Kurdistnê bû

09:22

Hulya Okalîn/JINHA

ÊLIH - Di berxwedana li Cîzîrê ku bi rojan li jêrzemînan berdewam kir de berxwedêrên jin roleke mezin lîstin di vê berxwedanê de. Ji van jinê berxwedêr ye jê jî Sakîne Şînay a ku bi 200 hevalên xwe re heta dawiya jiyana xwe li ber xwe daye ye

Berxwedana jêrzemîna Cizîrê ku di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt, jinên di wê jêrzemînê de ku li hemberî desthîlatdariyê li ber xwe dan jî navê xwe bi tîpên zêrîn nîvisandin. Yek ji wan jina xwedî vînek mezin jî Sakîne Şînay a ku bi 200 hevalên xwe re heya dawiya jiyana xwe di jêrzemînê de li ber xwe daye ye. Malbata Sakîneyê diyar kir ku Sakîne evîndara Kurdistanê bû ye.

Carekdin naxwaze biçe bajarê Tirkiyeyê

Sakîne Şînay di sala 1993'an de li gundê Şikeftan ê Sêrtê ji dayîk dibe. Malbata Sakîneyê di salên 90'î de ji ber zilm û zordariyên dewleta tirk dev ji konên xwe yên zozanan berdidin û berê xwe de Stenbolê. Sakîneyê dema ku ji bo mêvaniyê tê Kurdistanê naxweze careke din vegere metrepolên Tirkiyê û li zozanên Kurdistanê dimîne.

Delala dayik û bavê xwe bû

Dema ku birayê Sakîne di sala 2008'an de tevli têkoşina azadiya gelê kurd dibe û berê xwe dide çiyayên azad, li ser, ev rewş bandoreke mezin Sekîneyê dike. Sakîne di nav 4 brayan de xwuşka ewil û delala dayik û bavê xwe ye. Sakîne ku li Manîsayê beşa Tendurîstiyê dixwend di 10'ê Cotmehê de ji bo "Aştiyê" berê xwe da mîtinga Enqereyê û di qetînê de birindar bû.

'Evîndara Kurdistanê bû'

Piştî ku rewşa Sakîneyê baş dibe ji bo alikariya gelê Cizirê bike bi hevalên xwe yên tendûristiyê re diçe Cizîrê. Dema ku êrîşên hêza dewleta tirk li ser gelê Cizîrê zêde dibin ew dikevin jêrzemînê û bi 200 hevalên xwe re tên şewîtandin. Malbata Sakîneyê bahsa taybetiya kesayetiya wê dike û ji lêvên hemû yan peyva "Sakîne evindara azadiya Kurdistanê bû" diherîke.

'Fedekariya xwe ya zarokatiyê li Cizîrê jî nîşan da'

Hevala Sakîne, Rojhat Çetînkaya diyar kir ku Sakîne xwedî kesayetekî dil zîz û fedekar bû û wiha bahsa Sakîneyê kir: " Ez hevala Sakîneya biçûkaniyê û di heman deme de kaç apên hev in. Min û Sakîneyê bi hev re gelek dem derbas kiriye. Sakîneyê zarokek gelek balkeş bû. Me di nav civakê de gelek şerm dikir û her tim me xwe dida paş. Lê Sakîneyê ne wiha bû wê qet xwe ji tiştan ne dida baş û her tim di pêş debû. Dema ku Sakîneyê çû Cizîrê bi eşqa azadiya Kurdistanê çû. Dema ku li wir bû û ji me re got 'Dibe ez êdî neyêm' me gelek xwest bê lê wê digot 'ez hevalên xwe bernadin' û berneda jî. Çawa di zarokatiya xwe de fedekar bû heman fedakarî li Cizîrê jî nişan da. Sakîne yek ji wan kesên ku tu carî nayê jibirkirin."

'Nedixwest ji Kurdistanê biçe'

Meta Sakîne, Taybet jî anî ziman ku Sakîne ji efsûniya hewaya Kurdistanê gelek bibandor bûye û wiha axivî: "Ji ber em koçer in, di serê her biharê de em derdikevin zozanan û koçeriyê dikin. Sakîne bi salan li Stanbolê ma. Pîştî ku hat bi me re derket zozanan. Sakîne nedixwest biçe Stanbolê. Lewra bi zorê diçû. Herî dawî dema ku hat carekdin neçû û kes nikaribû wê bişanda. Ji Kurdistanê gelek bibandor bûbû û jiyana Kurdistanê wê mest kiribû û tenê bahsa jiyana Kurdistanê dikir."

'Li hemberî mêr serî hildida'

Jinapa Sakîne, Zeynep jî destnîşan kir ku Sakîne bi zîrektiya xwe gula her kesî bûye û wiha got: "Taybetiya Sakîneyê ya herî gîrîng ew bû ku nehekiyê qet qebûl nedikir. Dema ku me ji mêran zêdetir kar dikir diçû ji ap û birayên xwe re digot hûn çima naxebitin û xwe bi wan re aciz dikir. Em jin li hemberî mêran nikarin serî rakin lê Sakîneyê serî radikir û desthilatdariyê qebûl nedikir. Dema ku li Enqereyê birindar bûbû jî jibilî min ji tu kes re negot û birina xwe bi xwe dermankir."

Birayê Sakîne, Mihemed jî bilêv kir ku ewê heya dawiyê şopdarên Sakîneyê bin û dê di rêça wê de biçin. Mihemedê biçûk bang li hemû ciwanên kurd kir ku bila têkoşina cangoriyên xwe bilind bikin.

(mk)