Polisan êrîşî xebatkarên şaredariyê kirin

09:24

JINHA

AMED – Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin yên li ber şaredariyê di çalakiyê de rastî mudaxeleya polisan hatin. Bi sedan xebatkarên şaredariyê darb kirin.

Êrîşên ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji duh êvarî ve berdewam dikin, dorpêça polisan li dora şaredariyê berdewam dike. Xebatkarên şaredariyê li ber derê avahiyê gotin: “Em nakevin hindirê şaredariya ku polis têdenin.” Polisan ji xebatkaran re gotin: “An têkevin hindirê şaredariyê yan ji vêderê herin.” Xebatkaran diruşmên “tindî nikarin me bêzar bikin” bilin kirin. Polisan êrîşî xebatkaran kirin bi sedan darb kirin. Bi sedan xebatkar rastî şidetê hatin, xebatkar êrîşan bi diruşman protesto dikin.

(bc-şa/zt)