Şervanên YPJ'ê li Şedadê Bêrîtan bi bîr anîn

09:25

JINHA

ŞEDAD-Şervanên YPJ'ê ji bo bîranîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) merasîmek pêk anîn.

Ji bo salvegera 24'emîn ya pêşenga têkoşîna azadiyê Gulnaz Karatş bi nasnav Bêrîtan, şervanên YPJ'ê li Şedadê merasîmeke lidar xistin. Di merasîmê de şervanên YPG'ê jî amade bûn.
Di serî de şervanên YPJ'ê merasîmeke leşkerî pêk anîn û piştre Fermandara YPJ'ê Rojda Efrîn slav li şervanan kir û derbarê girîngiya rojê de axaftin kir. Rojdayê got: "Hevala Bêrîtan di rojeke wiha de li dijî hêza dagirker û hêza hevkar ya PDK'ê û ferasetên şaş berxwedaniyeke mezin kir. 24 sal bi ser vê berxwedanê re derbas bû. Ligel ku hevaleke pir nû bû, mîsyoneke mezin hilgirt. Wek fermandar û milîtaneke jin roleke dîrokî bi cih anî. Divê ew wek Bêrîtanan tevlî bibin. Bêrîtan dibêje şer bikin, hûnê xweşik bibin û hûnê azad bibin û werî hezkirin. Em bi vê felsefeyê tevdigerin. Artêşa Azadiya Jinê jî li ser vê mîrasê hat damezirandin. Xwedî roleke mezin bû. Em di siya têkoşer Bêrîtanê de berxwedaniyeke mezin dikin. Rojava li ser vê mîrasê gihîştiye hêzeke mezin. Em di rojeke wiha de soza serkeftinê nû dikin."

Piştî wê şervanên YPJ û YPG'ê li hev civiyan û merasîma bîranînê dewam kir. Jiyana Bêrîtanê bi berfirehî ji hêla fermandar Hêlîn Dêrik ve hate vegotin. Paşê şervanan bi stran, helbest û şanoya xwe derbarê vê rojê berhemên xwe pêşkêş kirin. Bîranîn bi govendeke geş ya şervanan bi dawî bû.

(zc-mr/rc)