Li gel zarokê 9 mehî meheke di girtîgehê de tê girtin

10:25

JINHA

MÊRDÎN-Di girtîgeha Mêrdînê de ev meheke Ferîde Komûrcû li gel zarokê xwe yê 9 mehî di girtîgehê de dimîne Parezerê Ferîdeyê tehlîyekirina wê xwest.

Li her deverên Kurdistanê qirkirinên operasyonên sîyasî berdewam dikin. Li Kurdistanê Gelek jin di bin şert û mercên girtîgehê de li gel zarokên xwe ve li girtîgehan de tên girtin. Li navçeya Derîkê a Mêrdînê gundê Tirbisîmê 29 îlonê leşkeran li ser malan êrîş û serdegirtin pêk anî bû. Di wê encamê de jina bi navê Ferîde Komûrcû hati bû binçav kirin û 10 rojan di bin çavdarîyê de mabû piştî ku, Ferîde sewqî dadgeha Mêrdînê kir bi biryara dadgehê hati bû girtin. Hat zanîn ku, Ferîde li aliye leşkeran ve hati bû derbkirin. Ferîde li gel zarokê xwe yê 9 mehî yê bi navê Dîyar Komûrcû ev meheke di girtîgeha Mêrdînê a tîpa E'yê de tê girtin. Her wiha hat ragihandin ku, zarokê Ferîdeyê yê 9 mehî di bin şert û mercên zehmet de dije û di girtîgehê de şîrê germ ser deste Diyar hati bû rijandin û ger Diyar neye tedavi kirin tendûristiya wî di talûkê de ye û rewşa wî ber bi xirabûnê ve diçe.

Di Hevdîtina ku, me bi Parezerê Ferîdeyê Mehmet Şahîn Yûcesoy re kirî de Mehmet Şahîn Yûce Soy diyar kir ku, Ferîde bê suce û bê minesebet li girtîgehê de tê girtin û got ku, şert û mercên girtigehê ji zarokê Ferîdeyê re giranin û da zanîn ku, 6 zarokên Ferîdeyê ji rehma dayikê re bêpar mane. Parezer tehliyekirina Ferîdeyê xwest

(zyd-ea/mk)