'Dem Dema Bêrîtanê ye'

13:40

Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN- Berîtan bi dirûşma 'Dem Dema Bêrîtanê ye, Dema azadiyê ye' hat bîranîn.

Îro li Rimêlan Kongreya Star bi dirûşma "Dem Dema Bêrîtanê ye, Dem Dema Azadiyê ye" li navenda Aram Tîgran ya TEV-ÇAND'ê bîranînek organîze kir. Di civînê de gelê bajêr, Cîgirê Hevserokê Meclîsa Cihbicihkirinê Hisên Ezam, Hevseroka Desteya Şehîdan Fatma Tahir, endamê Desteya Çandê Semer Hisên, endama Desteya Maliyê Remziye Mihemed amade bûn.

Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê sînevîzyona ji bo Bêrîtan hat pêşkêşkirin. Piştre der barê rola Bêrîtanê ya di têkoşînê de axaftin hat kirin.

'Bêrîtan bû çirûskek'

Rêvebera Kongreya Star Nêrgis Dêrik axafinek kir û şerê hêzên dagirker li dijî gelê kurd di dîroka borî û salên 90'an de bi bîr xist. Nêrgis operasyona ku di sala 92'an li ser gerîllayên Kurd li Başûrê Kurdistanê wek operasyona tunekirina têkoşîna azadiyê binav kir û da xuyakirin ku kesayetên wek Bêrîtanê ev armanc vala derxist." Nêrgis Bêrîtan wek çirûska wê kêliya dîrokî pênase kir û wiha pê de çû "Hevala Bêrîtan ji xwe re rêya berxwedanê hilbijart. Ew bû sembola jinên têkoşer. Xwe kire çirûskek di rêya heqîqetê de."

Paşê Fatma Tahir axivî û got "Dema mirov behsa hevala Bêrîtan dike, bi kelecan dibe. Jinên Kurd her ji bo gelê xwe berxwe dane û bi hezaran jin jî di 40 salên dawî de li ser xeta azadiyê ya Rêber Apo li ber xwe dan."

Piştî dawîkirina axaftinan Koma Gulan Zelal govend gerand û Koma Alanya jî stranên ji bo Bêrîtanê strandin.

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" dawî bû.

(rd/en/mk)