Desteya Jinê ya Şaredariya Gel civîneke berfireh pêk anî

14:01

JINHA

DIRBESIYÊ-Li Navenda Çand û Huner ya Komîna Fîlm ya Rojava, Jinên Şaredariya Gel ya Kantona Cizîrê, ji bo nirxandina xebatên xwe yên du mehan û plansaziya dema bê civiyan .

Desteya Jinê ya girêdayî Şaredariya Gel ya Kantona Cizîrê, ji bo xebatên xwe yên du mehên borî binirxîne û plansaziya mehên pêşiya xwe deyne holê, li Navenda Çand û Hunerê ya Komîna Fîlm ya bajarê Dirbesiyê, li Şaredariya Gel ya Kantona Cizîrê civîn pêk anî. Di civînê de 150 jinên rêveberên mektebên jinê, hevşaredar, endamên meclîsa jinê ya şaredariyê jî amade bûn. Herwiha endamaeke rêveber ya Şaredariya Gel ya Kantona Kobanê jî beşdarî beşdarî civînê bû.

Civîn ji hêla Rêvebera Desteya Jinê ya Şaredariyê Sema Bektaş, endama Rêveber a Desteyê Viyan Gever, Hevşaredara Dirbêsiyê Mûna Dawûd ve hat birêvebirin.

Di destpêka civînê de rêz hat girtin paşê jî Sema Bektaş bi bîranîna Bêrîtanê dest bi nirxandina xwe kir. Sema girîngiya têkoşîna azadiyê û rola jinê destnîşan kir. Paşê rapora xebatê ya Desteyê hate xwendin.

Civîn bi nîqaşên berfireh li ser xebatên Şaredariyê dewam kir. Kêmbûna xebatên jinê yên di şaredariyê de û girîngiya pêşxistina projeyên jinê hatin ziman. Ji bo di van xalan de hîna xebat berfireh bibe, nêrîn pêşketin.
di encama civînê de biryar hate girtin ku projeyên heyî yên ji hêla Desteyê ve hatin pêşxistin werin xurtkirin û ji bo vê ji maliyeya Şaredariya Gel bûtçeyek taybet di sala 2017'an were veqetandin. Herwiha biryar derket ku hemû endamên şaredariyê perwerdeya Hêza Parastina Cewherî bibînin. Herwiha endamên şaredariyê fêrî alîkariya serke (ÎLK YARDIM) bibin. Hate xwestin ku ji bo xebatên şaredariyên li gundan jî xurt bibin, şaredariyên bajêr bibin alîkar. Ev biryar jî bi erêkirina kesên di civînê de hate pejirandin û civîn dawî kirin.

(cg/ah/mk)