Amedê dest bi çalakiya dengderxistinê kir
14:18
JINHA
AMED - Ligel berdewamiya çalakiyên li ber şaredariyê , Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çalglar Demîrel diyar kir ku ew dê hem li Kurdistanê û hem jî li bajarên Tirkiyeyê di çalakiyan de bin. Li Amedê jî welatiyan ji bo hevşaredarên xwe dest bi çalakiya derngerxistinê kirin.
Çalakiya şermezarkirinê a ji bo Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji bo Gultan Kişanak û Frat Anli hat destpêkirin li ber deriyê şaredariyê berdewam dike. Li gel hemû êrîşên polîsan gel çalakiya xwe berdewam dike û Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî der barê binçavkirina hevşaredaran de daxuyaniyeke kurt da.
Çaglar Demîrel di daxuyaniya xwe de diyar ku ku dê li dijî neheqiyan li her derê diçalakiyande bin û ev tişt got: " Li hemû cihên ku em lê bin em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Li dijî binçavkirina hevşaredar û êrîşên li ser şaredariyan dê çalakiyên me yên nobedê berdewam bikin. Em ê hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê her li kolanan bin û di çakakiya nobedê de bin."
(ekip/fk/mk)