'Em ê li îradeya xwe xwedî derkevin'

14:47

JINHA

AMED- Şevadin bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat girtin û Hevşaredar Gultan Kişanak, Firat Anli û gelek kesên din girtin binçavan. Her wiha dest danîn ser şaredariyê. Li dijî vê hovîtiya ku hat kirin welatiyên Amedê jî bertek nîşan dan.

Şeva derasbûyi Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Firat Anli û gelek kesên din hatin binçavkirin û dest danîn ser şaredariyê. Welatiyên Amedê jî bertek nîşanî binçavikrina hevşaredaran dan û wiha gotin: "Em ê li îradeya xwe xwedî derkevin."

Ji welatiyên jin ên Amedê Ozlem irmak got ku dewleta tirk çi dike bira bike çiqasî êriş dike bila bike em ê tu carî vê dozê bernadin û em ê heya dawiyê li pişt doza xwe bin.

'Em dest ji îradeya xwe bernadin'

Rojda Zugurlu ya ku nerazîbûna xwe anî ziman jî wiha got:" Em şaredariya xwe bernadin heya dawiyê jî em ê li pişt îradeya xwe bin û em ê li şaredarî û hevşaredarên xwe xwedî derkevin. "

Yildiz Tahtaci jî diyar kir ku van êrîşan ji 15'ê Tebaxê şunde dest pê kirine, tiştê tê kirin ne demokratîke, şaredarî şaredariya gele divê ku gel li şaredariya xwe xwedî derkeve û wiha destnîşan kir: "Em ê heya dawiyê li pişt îrdeya xwe bin û kesek nikara îradeya gel ji destê gel derxîne."

Kesê ku me ew hilbijartine divê li ser karê xwe bin

Welatiyê bi navê Çîmen Paylan jî destnîşan kir ku wan oya xwe daye kê divê ku ew bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê heya dawiyê li pişt şaredariya xwe bin."

Welatiya bi navê Halîme Nar jî diyar kir ku kes nikare dest bide îradeya wan û ev tişt got: " Em ê li îradeya xwe xwedî derkevin. "
'Divê her kes rabe ser piyan'

Jina bi navê Sureyya Sakli ya ku êrîşa şeva din a li ser şaredariyê bi bîr xist jî wiha axivî: "Doh êvarê hevşaredarên me hatin binçavkirin. Ger ku ev ji wan re bimîne û kes dengê xwe derxe dê AKP her tiştî bike. Ji ber vê jî divê ku kesek di malên xwe de rûnenê û rabin ser piyan"

(ra-md/mk)