Gel li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê ya bê dem kir

15:33

JINHA

AMED - Piştî ku Hevşaredar hatin girtin gelê jî ji bo li vîna xwe xwedî derkeve li ber şaredariyê çalakî lidar xist û di encama êrîşa polîsande 26 kes hatin binçavkirin. Lê li gel êrîş û binçavkirinan jî gel ji ber deriyê şaredariyê neçû û dest bi çalakiya rûniştinê ya bê dem hat kirin.

Nerazîbûnên li dijî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê mezin a Amedê yên ji bo Gutan Kişanak û Firat Anli berdewam dikin. Gelê ku ji bo xwedî li vîna xwe derkeve ji şevadin ve li ber şaredariyê ye, li ber şaredariyê det bi çalakiya rûniştinê kir. Gelê ku bi dirûşman dest bi çalakiya rûniştînê kir li gel hemû êrîşên polîsan dest ji çalakiya xwe berneda û det bi çalakiya rûniştînê ya bê dem kir.

Her wiha hat aşkerakirin ku di encama êrîşa polîsan ya ji serê sibehê ve 26 kesên ku Nûnera Demê ya KJA'yê Ayla Akat Ata jî di nav wan de hebû hatin binçavkirin.

(ekip/gc /mk)