Dê hevserok 5 rojan nikaribin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin!

15:40

JINHA

AMED - Dozgeriya Komarê ya Amedê ji bo Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Frat anli heta 5 rojan qedexeya hevdîtinê ya bi parêzerên wan re da.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gutan Kişanak û Firat Anli yên ku şevadin hatin binçavikirin li Mûduryeta Ewlehiyê ya Amedê tên girtin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, Parêzerên wan ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin çû Muduryeta ewlehiyê ya Amedê. Lê parêzeran aşkera kir ji ber biryara Dozgeriya Komarê ya Amedê der barê Gutan û Firat de ji bo 5 rojan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re daye û ji ber wê Muduryeta Ewlehiyê jî nehiştiye ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.

(ekip/fk/mk)