Walîtiya Amedê çalakiya esnafan qedexe kir
16:04
Cotmeh
26
/ 2016
JINHA
AMED - Walîtiya Amedê çalakiya esnafan a daxistina derebeyan qedexe kir.
Walîtiya Amedê girtina kargehan a bi komî qedexe kir. Walîtiyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku wan dîtiye kargeh bi awayê komî tên girtin û wiha git: " Girtina bi komî ya kargehan a di nav bajarê me de li qorî qanûna 32'emîn a qebehetan hatiye qedexekirin û kesên ku vî emrî binpê bike jî dê bi 100 TL pereyê tirk bê cezakirin."
Her wiha berî Amedê jî walîtiya Dêrsimê heman biryar dabû û girtina kargehan a bi komî li esnafan qedexe kiribû.
(gc/mk)