YPJ û YPG'ê têkoşera kurd Berîtan bi bîr anîn

17:10

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Şervanên YPJ û YPG'ê jina têkoşer a kurd Gulnaza Karataş (Berîtan) di, 25'emîn salvegera jiyana şehatdeta wê de bi bîr anîn.

Şervanên YPJ-YPG'ê bi merasîmeke berfireh Bêrîtan bi bîr anîn. di merasima pêk hat de endamên Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Zozan Kobanê, Nûjîn Dêrik û Hevseroka Meclisa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif amade bûn. destpêkê şervanan merasîma leşkeri çêkirin, paşê jî Hediye Yûsif li ser girîngî û wateya vê rojê di dîroka şerê gelê kurd û bandora wê di bilindkirina têkoşîna jin de nirxandin kir.

Hediye Yûsif di nirxandina ku kir de bal kişand ser têkoşîna Berîtanê û wiha got: "Di 25'emîn salvegera şehedata şehîd Berîtan de, di şexsê wê de em hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û bêjna xwe li hemberî berxwedaniya wan ditewînin. Em îro di rojeke pir bi wate derbas dibin, ji ber ku di vê rojê de, dîsa jina Kurd di şexsê şehîd Bêrîtan de, li hemberî xeta îxanet, zihniyeta desthilatdar, paşverotî, siyastên tûnekirinê serê xwe hilda. Şehîd Bêrîtan temsîla mîrasa dîroka jinên Kurd û hemû jinên cîhanê yên têkoşer dike. Îro li ser wê riyê şervanên YPJ'ê di çeperên herî pêş de temsîla berxwedaniya wê û ya sedan şehîdên din dikin"

Yûsif di dawiya axaftina xwe ked û mîrasa têkoşerên azadiyê bi bîr xist û wiha got: : "Bi keda wan qeheremanan em bûn xwedî artêş, bûn xwedî tevger û xwedî hebûneke cîhanî. Îro Şoreşa Rojava ber bi serkeftinê ve diçe, em soza serkeftin û xwedî derktina li xwîna şehîdan didin û pêkanîna soza me jî, wê bi rêya parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û parastina gel be."

Merasim bi mûzîk û komên dîlê yên şervanan ji aliyê şervanan ve dawî bû.

(kom/mk)