Ji Ayşe Acar Başaran re biryara “Bi zor aninê” hat standin

23:07

JINHA

ÊLIH – Li Êlihê 9’mîn doza “Mertalên Zîndî” hate dîtin. Doz ji ber Parlamenter Ayşe Acar Başaran tevlî nebû û îfade nedaye dozger biryara “Bi zor aninê” hat taloqkirin.

Di 19’ê îlona 2015’an de bi sedan welatî ji bo rawestandina operasyona leşkeri ya li herema navçeya Sasonê bûn mertalên zîndî. Di nav de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî heyî di derbarê 82 kes de bi hinceta “Heremên qedeha îhlalkirine” doz hate vekirin. 9’mîn doza mertalên zîndî li 3’mîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hate dîtin. Doz ji ber Parlamenter Ayşe Acar Başaran tevlî nebû û îfade nedaye dozger biryara “Bi zor aninê” taloqî 17’ê Çileyê hat kirin.

(ho/sy)