ROJEVA 27'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Jinên ku tevlî 1'mîn konferansa Asayîşa Jinê ya Rojava bûnê têkîldarê asta biryarbûnê nirxandin kirin.
*Têkildarî biçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezina Amedê Gultan Kişanakê de ji bo nirxandinê em li wezîra AKP'ê, şaredar û parlamenterên wê geriyan lê hevdîtin red kirin. Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahînê nexwest têkildarî Gultanê ku wek wê şaredare de biaxie û wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya jî bi hinceta 'karê wê zêde ye' bersiv neda û got wê bi maîlê bersiv bide, lê venegeriya.
*Binçavkirina hevşaredarên Bajarê Mezina ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, derbkirina wekîlên jin yên HDP'ê û endamên KJA'yê rastî bertekên jinan hatin û destnîşan kirin ku divê li dijî êrîşan parastina cewherî bê pêşxistin û eniya jinan a herî fireh bê avakirin.
*Bi KHK'yên bi OHAL'ê re hatin îlankirinre gelek kedkarên perwerdê ji kar hatin girtin û bi dehezaran xwendekar bê mamoste man. Jinên kedkarên perwerdê geşedan nirdandin û diyar kirin ku ew wê ji bo mafê perwerdehiya zarokên xwe berxwe bidin, têkoşîna xwe her tim bidomînin.
*Femînîst-aktîvîst hunermend Canan ku tevlî Konferansa Muzeya Jinan a Navneteweyî bû zor û zehmetiyên hunermend li Tirkiriyeyê dijin û qezencê bi dest xistine vegot û destnîşan kir ku hilbreînên hunermendên femînîst wek nirx nabînin û cureyek mobîngê pêk tînin û ji xwe şîdeta mêr-entelektuel ji vir dest pê dike.
*Wezîrê Bajar û Derdorê Mehmet Ozhasekî rojek berê di axaftina xwe de got 'rantê xerab nebînin, rant jiyane'. Mehmet Ozhasekî jiyanên ji bo rantê li Sûr, Şirnex û Nisêbînê qedyaye jî tine hesiband.