Jinan konferansa Asayîşa Jinê nirxandin

09:01

Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN - Jinên ku tevlî 1'mîn konferansa Asayîşa Jinê ya Rojava bûnê têkîldarê asta biryarbûnê nirxandin kirin.

Di 25'ê cotmehê de li Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan ya Kantona Cizîrê 1'mîn Konferansa Asayîşa Jinê ya Rojava hat li dar xistin. Jinên ku tevlî konferansê bûne diyar kirin ku, ji bo bi hêzkirina sistema asayîşê ew konferansa xwe pêk anîne û gotin ku biryarbûnek xurt pêşketiye.

'Armanc biryarbûnek bi hêzbû'

Rêvebera Asayîşa Gel ya Rojava Nûcan Efrîn da zanîn ku sê sale hêza Asayîşa Jinê hatiye avakirin û wiha got: "Gelek jin cihê xwe di nav asayîşê de girtin. Beşdarî hemleyan bûn. Di xebatên kontrol, trafîk û hwd. de cihê xwe girtin. Lê heya niha konferansek me pêk nehatibû. Pêwîstî bi lidarxistina konferansek wiha hebû. Me xwest jin kêmasiyên ku di vê pêvajoyê de dertên binirxinin. Sîstema xwe nîqaş bikin. Em çawa bibin vîn, çawa jinê biparêzin, ev hate bidestgirtin. Armanceke me ya din jî em hevalên Asayişê werin cem hev û biryarên xwe bigrin. Wiha jî bêtir hêza jinê mezin bikin."

'Avakirina sîstemê hat nîqaşkirin'

Rêvebera Akademiyên Asayişa Jinê Kînem Aryen jî anî ziman ku, ev konferans ji bo Asayişa Jinê gava yekemîn e û wiha pê de çû: "Ev ji bo avakirina sîstemê û parastineke hîna mezin gaveke girîng bû. Di konferansê de yek ji biryara girîng jî rêxistinkirina jinê û xurtkirina parastina rewa li tevahî Rojava bû. Divê em tevahî jin hînê parastinê bikin. Ev jî bi serê xwe şoreşeke. Ev jî bi xebatên perwerdehiyê têne kirin. Di vê konfiransê de jî me dît ku birastî jin pir xwesteka wan ji bo perwerdehiyê heye. Bi taybet jî perwerdehiya parastinê heye."

'Tevlîbûna Asyişa Jinê, şikandina deriyek ya koletiyê ye'

Endama Asayişa Jinê ya Ereb Îtab Hesen jî kêfxweşiya xwe ya pêk hatina konferansê parve kir û wiha axivî: "Ji ber ez jineke ereb im, bêtir dibînim ku jinên ereb çiqas êş kişandine. Îro bi fikrê Rêber Apo me xeta xwe ya azadiyê nasî. Serok Apo diyar dike ku 'Azadiya civakê û ya jinê bi hev re girêdayî ye'. Niha em jî li Rojava bi vê nêrînê tev digerin. Tevlîbûna me di nav xebatên Asayişa Jinê de jî tê wateyek ku me yek ji deriyê koletiyê şikandiye. Îro em dikarin parestina xwe bikin. Vîna xwe binasin. Me di konferansê de soz da ku em ê jinên di bin desthilatiyê de xilas bikin û em ê li ser rêça hevala Bêrîtan bimeşin."

(en/rc)