'Li dijî êrîşan divê eniya jina a herî fireh bê avakirin'

09:05

JINHA

STENBOL- Binçavkirina hevşaredarên Bajarê Mezina ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, derbkirina wekîlên jin yên HDP'ê û endamên KJA'yê rastî bertekên jinan hatin û destnîşan kirin ku divê li dijî êrîşan parastina cewherî bê pêşxistin û eniya jinan a herî fireh bê avakirin.

Bi binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli re, parlamenterÊn HDP'ê Besîme Konca, Ayşe Acar Başara, Dîrayet Taşdemîr û endama KJA'yê Ceylan Bagriyanik ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û bi erdê re hatin kaşkirin. Jinan bertek nîşanê vê dan û Nîsan Atalay bi lêv kir ku ev êrîş li dijî hêza rêxistinkirî ya jinê ye û divê parastina cewherî a jinê bê pêşxistin.

'Têkoşîna jinê hedef tê girtin'

Nîsanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Ev polîtîkayên zextê nîşaneya tirsa li dijî rêxistina jinê ye. Bi tayîkirina qayyûman re dîsa qezencên jinan hedef hatin girtin. Saziyên jinan hatin girti û hevserok hatin binçavkirin. Dixwazin dengê jinê qût bikin."

'Divê eniya herî berfireh a jinê bê avakirin'

Nîsanê anî ziman ku rêveberiyên herêmî her tim bûne tirsa dewletê û dewleta ku evqas mudaxaleyê rêveberiyên xweser û parastina cewherî dike, em dizanin çima jinan hedef digire. Nîsanê axaftina xwe wiha berdewam kir: " Em jin wê her tim piştevanî û parastina cehwerî bikin. hedefgirtina jinan û teşîrkirina bedena gerîlayên jin nîşaneya tirsa ji têkoşîna jinê ye. li dijî vê şerê qirêj em hêzin. Ji ber vê divê em eniya herî fireh a jinê ava bikin."

'Pêvajoyeke ku mafên demokratîk tine tê hesibandinê'

Rêveberiya HDP'a Kadikoyê Nurten Karagozê jî wiha got: "Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêvajoyeke ku mafên demokratîk tine tê hesibandinê hat jiyîn. Em ketin rehetbûna pêvajoya aştiyê û niha refleksên kêm yên li dijî qayyûman jî encama vê ye. Li dijî kesên berxwe dan bi polîtîkaya êrîşan bersiv dan. Li dijî van êrîşan aliyên muxalîf ligel hev bûn û ev jî girînge.Ji bilî berxwedanê wekê din şansê me nîne. Bi awayekî baş xwedî li berxwedanên rêveberiyên xweser derneketin. Ji ber vê êrîş li dijî şaredariyan çêbû. Me berxwedan ji gelê Kurd hîn kir, emê bidomînin jî."

(ce-dyc/hu)