Kedkarên perwerdê: Emê ji bo zarokên xwe berxwe bidin
09:06
JINHA
STENBOL- Bi KHK'yên bi OHAL'ê re hatin îlankirinre gelek kedkarên perwerdê ji kar hatin girtin û bi dehezaran xwendekar bê mamoste man. Jinên kedkarên perwerdê geşedan nirdandin û diyar kirin ku ew wê ji bo mafê perwerdehiya zarokên xwe berxwe bidin, têkoşîna xwe her tim bidomînin.
Piştî hewldana darbeya 15'ê Tebaxê bi OHAL'ê re KHK'a hatin derxistin û bi vê re di çarçoveya lêpirsîna FETO'yê de bi hezaran kedkarên perwerdê yên muxalîf ji kar hatin derxistin. Piştî mamoste hatin girtin xwendekar jî bi bandor bûn û hînê mamosteyên nû nabin.
'Dest didin ser alavên kirtasiyê'
Endama Egîtîm Senê Ayşe Panus têkildarî mijarê de axivî û got bi hezaran xwendekar bê mamoste mane û wiha berdewam kir: "Mufredat ji serî de asîmîlakar û taybet bû. Hema hema hemû dibistan kirin Îmam Hatîp. Mufretada bi pere di 2005'an de hat derxistin. Di pêvajoya berdewam kiriye de gelek guherîn hatin kirin. Di sala dawî de li Cizîr, Şirnex, Sûr, Gever, Hezez û gelek cihên zarok naçin dibistanê. Zarokên Kurdistanê travmayê dijîn. Rastî her cureyê şîdetê tên. Li herêmên di bin dorpêçê de ne dibistan hatin girtin. Dest didin ser alavên kirtasiyê."
'Pirtûkên dersan zayendperestin'
Ayşeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku mamoste bi KHK'yan re îxrac kirine û li şûna wan mamosteyên bi peyman girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev rewş jî dibe sedema ku zarok tiştekî fêr nakin û dema wan vala derbas dibe. Pirtûkên ji bo zarokan tên dayîn ev demek dirêje bi pirsgirêkin. Pirtûk bi mijarên zayendperest, netewperest û ji derveyê zanistê tijeye. Bi tevahî daneyên desthilatdariyê dihundirînin."
'Ji bo zarokan têkoşîn berdewame'
Endama Egîtîm Senê Ayfer Koçakê jî ev tişt anîn ziman: "Mafê perwerdê yên zarokên me ji destê wan tÊn girtin. Em di 29'ê Qanûnê de ketibûn girevê. Ji ber wê girevê em ji peywirê tên girtin. Piştî mamoste ji kar hatin girtin bi hezaran xwendekar jî mexdurt bûn. Mamosteyên herêmê jî bi hinceta 'ewlehiya wan tine' şandin bajarên wan. Emê jî ji bo mafên zarokên xwe tê bikoşin."
(bk/hu)