Rantê ji gelê Sûr û Şirnexê bipirsin

09:09

Medine Mamedoglu/JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Bajar û Derdorê Mehmet Ozhasekî rojek berê di axaftina xwe de got 'rantê xerab nebînin, rant jiyane'. Mehmet Ozhasekî jiyanên ji bo rantê li Sûr, Şirnex û Nisêbînê qedyaye jî tine hesiband.

Li Kurdistanê piştî îlankirina rêveberiyên xweser li dijî gelê Kurd şer hat destpêkirin û bajar hatin wêrankirin. Li Şirnex, Cizîr, Sîlopî, Hezex, Sûr, Nisêbîn û Geverê dewlet bi tankan ket nava bajaran û mal û kargerî hiweşandin. Ji bo van deveran biryara 'cemawerîkirina lezgîn jî hat dayîn'.

Ji bo rantê jiyan hat tinekirin

Wezîrê Bajar û Derdorê Mehmet Ozhasekî kesên ku veguhestina bajar wek 'veguhestina rantê' binav kirin rexne kir û got 'rant tinebe jiyan tine'. Wezîr ku jiyanên li Şirnex, Nisêbîn û Sûrê tine bûne, piştgûh kir, li bajarên ku rant tê kirin şopa jiyanê tine.

Ji van cihan yek Sûre. Di 2'ê Qanûna 2015'an de li Sûrê li 6 taxan qedexe hat îlankirin û 103 rojî berdewam kir. 24 hezar nifûsa Sûrê hebû û hat koçberkirin. Mal û kargerî hatin hilweşandin û texrîbat hîna jî didome. Hilweşîn ev 7 mehe û dorpêç jî ev 11 mehe berdewam dike. 2 tax bi tevahî hat tinekirin.

Li Şirnexê ji 12 taxan 8 heb hatin tinekirin

Li Şirnexê di 14'ê Adara 2016'an de qedexe hat îlankirin û ev 8 mehin qedexe berdewam dike. Berxwedanê 83 rojan berdewam kir. Ji 12 taxan 8 heb hatin tinekirin. Ji sedî 70'ê Şirnexê hat hilweşandin. Şirnexiyên ku ligel vê dipên biçin malên xwe li derveyê Navendê berxwe didin. Gel niha di konan de dijîn û dipên ku dorpêç rabe.

Nisêbîn hat serobinokirin

Li Nisêbîna Mêrdînê jî 13'ê Adarê de qedexeya derketina derve hat îlankirin û hîna jî li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynelabîdîn, Kişla, Abdulkadîrpaşa qedexe didome û xanî tên hilweşandin. Tevî ku di hezîranê de gotin dorpêç qedyaye jî tax hatin wêrankirin.

Li Geverê jî berxwedanê 79 rojan berdewam kir û biryara cemawerîkirinê ya di 12'ê Adarê de hat re nîvê navçeyê dihundirîne.

(hu)