Artêşa tirk sînorên Rojava derbas kir

09:30

JINHA

QAMIŞLO- Li gor navenda Ragihandiya YPG'ê leşkerên tirk li gundê Sorkê ya Navçeya Raco a Kantona Efrînê sînor derbas kirin.

Navenda Ragihandina YPG'ê ragihand ku leşkerên Tirkiyeyê li Kantona Efrînê li gundê Sorkê ya girêdayî navçeya Raco sînor derbas dikin û ji bo lêkirina dîwarê şermê amadekarî dikin.

Leşkerên Tirkiyeyê ku li ser sînorê di navbera Bakûr û Rojava de dest bi lêkirina dîwaran kirine, li gundê Sorkê beriya vê jî hewl dan ku sînor derbas bikin û dîwar lêbikin, lê rastê berxwedana gel hatin û paşve vekişîn, lê li gor ku ragihandina YPG'ê diyar kiriye dîsa hewlda dagirkeriyê dewam dike.

(en/rc)