Xebata li hemberî îstîsmarkirina Zarokan li gundan berderwam e

09:31

JINHA

AMED - Nevanda Jinê ya Ekîn Cerenê a girêdayî Gerînendeya Jinê ya Şaredariya Peyasê li gundan dest bi xebata li hemberî îstîsmarkirina zarokan kir.

Nevanda Jinê ya Ekîn Cerenê a girêdayî Gerînendeya Jinê ya Şaredariya Peyasê li gundên girêdayî navçeya Peyasê dest bi xebata li hember îstîsmarkirina zarokan kir. Ev nêzî meh û nîvek e ev xebat tê domandin. Li gundan li hember îstîsmarkirina zarokan anket hate çêkirin, di vê anketê de piranî du xal bala mirovan dikişand ku bersiva pirsa "piranî li malê tu ji kê vedikişî", "bav" bû, bersiva pirsa "li malê piranî tu bi kê bawer î" jî "dayik" bû.

Piştî anketê xebatkarên Navenda Jinê ya Ekîn Cerenê bi sernavên " îstîsmarkirina zarokan, zarok kî ne, revandina zarokan, zarokên xebatkar, bandora îstîsmarê li ser zarokan, zewaca bi zaroktî û di îstîsmarkirina zarokan de nêrîna zarokan" xebata perwerdehiyê hate dayîn.

Piştî vê xebatê perwerdeya li ser " rîska pençeşêrê ya memikan, ji bo mirov ji vê nexweşiyê zû agahdar bibe dê çi bike û ji bo pêşiya pençeşêra memikan bigire dikare çi bê kirin" hate dayîn. Jinên beşdarî perwerdeyê bûn eleqeyeke mezin nîşanî vê xebatê dan.

(mk)