Polîsan bi ser mala Ayla Akat Ata de girtin

10:42

JINHA

AMED - Piştî serdegirtina Navenda KJA'yê, vê carê jî bi ser mala Berdevka Demê a KJA'yê Ayla Akat Ata ya ku duh di encama protestoya êrîşên li ser şaredariyê de hati binçavkirin girtin.

Ligel Serdegirtina li ser Navenda KJA'yê ya li Amedê vê carê jî jî bi ser mala Berdevka Demê a KJA'yê Ayla Akat Ata ya ku duh di encama protestoya êrîşên li ser şaredariyê de hati binçavkirin girtin. Hat diyar kirin ku lêgerîna li mala Aylayê qediyaye û hinceta serdegirtina malê jî binçavkirina Ayla hat nîşandan.

Her wiha di encma serdegirtina li ser navenda KJA'yê de, raporên li ser xebatên jinan, kovar û derftera biryarê ya KJA'yê jî di nav de gelek belge hatin desteserkirin. Her wiha rapora ku ji bo jinên êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin hatibû amadekirin jî hat desteserkirin.

Di dema ku bi ser KJA'yê de hat girtin hat diyar kirin ku parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Besîme Konca û Leyla Bîrlîk jî hatin KJA'yê.

(ekip/gc/mk)