Mamosteyên Tirbespiyê li hember 'dagirkeriyê' meşiyan
12:04
JINHA
TIRBESIPYÊ - Mamosteyên Bajarê êrîşa dewleta Tirkiyeyê û êrîşên li ser Rojava û bakûrê Sûriyê bi tûndî şermezar kir.
Desteya Perwerde û Fêrkariyê li bajarê Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê ji bo protestokirina êrîşên 'dagirkirinê' ya dewleta Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wan, meşek organîzekirin. Di meşê bi sedan mamosteyên bajêr ên kurd û ereb amede bûn. Meş li ber Dibistana Şehîd Hesen destpêkir, çalekvan li nav bazara bajêr derbas bûn û li ber şaredariya gel ya bajêr sekinîn. Di meşê de pankartên "Azadiya Rêber Apo misogeriya sîstema federal li Sûriyê û aştiya Rojhilata Navîn e", "Bimire hêzên dagirker" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hildan. Çalekvanan bênavber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Efrînê" berz kirin.
Mamosteyan li ber şaredariyê daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê mamoste Monîr Fetah ve hatî xwendin de wiha hat gotin: "Herêma Bakûrê Sûriyê guhertin û êrîşên dijwar diqewimin. Di dema ku çeteyên wek Cephet El Nûsra, DAIŞ û Ehrar El Şam êrîşê Bakûrê Sûriyê kirin, dewleta tirk alîkariya wan kir. Ev alîkarî jî li ber çavên cîhanê hate kirin. Piştî ku Hêzên QSD'ê dest bi rizgariya herêmê kirin, êrîşên hevkar ên Tirkiyeyê û çeteyan li ser herêmê zêde bûn."
Monîr destnîşan kir ku di encama êrîşên dewleta tirk de li bakûrê Sûriyeyê komkujî pêk hatiye û wiha domand: "Têkîliya Tirkiyeyê bi çeteyên terorîst pir eşkere ye. Tirkiye ji wê ditirse ku hersê Kantonên Rojava bigihîjin hev. Ev dê bê wateya sîstemeke hevgirtî li rojavayê Kurdistanê û herêmê û dê ev bandoreke mezin li ser siyaseta giştî û ya herêmê bike. Erdogan jî ji bo pêşiya aştî û wekheviya gelan bigire êrîşên hovane bi ser herêmê û gelê me daye destnîşankirin."
Monîr di dawiyê de jî wiha got: "Em wek mamosteyên Rojava sîstema Federal Demokratîk wek sîstema ku hemû netew û baweriyan hembêz dike, dê di vê pêvajoya hesas de bibe çareseriya herî meqûl û di cih de, destek didin û ji gelê xwe jî dixwazin ku bi berxwedaniya dîrokî vê pêvajoyê bi ser bixin û dagirkeriyê dawî bikin."
(zc/en/rc)