Leşkerên tirk li Efrînê êrîşê sivîlan kir: Birîndar hene
12:16
JINHA
EFRÎN/ŞEHBA - Leşkerên tirk êrîşê girseya ku li gundê Sorkê ya Efrînê ya li hember êrîşa 'dagirkirinê' dest bi çalakiyê kirine kir. Hat diyar kirin ku di êrîşan de birîndar hene. Her wiha artêşa tirk û komên alîgirên wan li herêma Şehbayê jî bi havan û obûsan êrîş pêk tînin.
Artêşa tirk di rojên derbasbûyî de xwestibû ji sînor derbasî gundê Sorkê ya Kantona Efrînê bibin lê di encama berxwedana gel ya li ser sînor neçar mabûn paşve gav bavêjin. Serê sibehê bi zêdebûna tevgera leşkrên tirk ya li ser sînor welatiyên gundê Sorkê û derdor herikîn herêma sînor. Li gorî agahiyên ku nûçegihana JINHA'yê ji herêmê parvekiriye; artêşa tirk êrîşê sivîlên ku li ser sînor di çalakiyê de kiriye û hat raghandin ku sivîl birîndar bûne.
Li herêmê berxwedana gel berdewam dike./..
Li ser Şehbayê topbarana dijwar
Artêşa tirk û komên alîgirên wan bi tang, havan û obûsan êrîşê herêma Şehbayê dikin. Her wiha balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin. Hat zanîn ku gundê Til-Madîq ya ku ji aliyê Hêzên Şoreşger ve hatî rizgarkirin, ji aliyê artêşa tirk û çeteyan ve bi aweyek dijwar tê topbarankirin. Her wiha hêzên dagirker bi fûze û hawanan êrîşê gundên Til-Çîçan, Hesiye, Um-Hoş, Um-Qura, Herbel û Şêx Îsa dike.
Li herêmê tevgera hewayî didome.
(fr-so/rc)