Lêgerîna li KJA'yê bi dawî bû

12:19

JINHA

AMED - Serdegirtina Navenda KJA'yê ya li Amedê piştî 4 saetan bi dawî bû. Di lêgerîna ku hat kirin de ligel wêneyê Sakîne cansiz gelek belge û alav hatin desteserkirin.

Piştî ku jinan li ber şaredariya Amedê li dijî binçavkirina hevşaredaran û êrîşa li ser şaredariyê bertek nîşan dan, çakî li darxistin û di encamê de berdevka demê ya KJA'yê Ayla Akat Ata hat binçvkirin, serê vê sibehê jî bi ser avahiya KJA'yê de hat girtin. Piştî lêgerîna 4 saetan, li gel wêneyê siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz ya ku li Parîsê bi 3 hevalên xwe re hat qetilkriin, deftera biryaran a komeleyê, lîsteya endaman a KJA'yê û kompîturên navendê hatin desteserkirin.

Di dema ku lêgerîn li navendê dihat kirin, parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Feleknaz Uca, Selma Irmak û Dîlek Ocalan hatin Navenda KJA'yê û ji ber ku gotin lêgerîn ne li gorî hiqûqê ye ji aliyê polîsan ve heqaret li wan hat kirin.

(ekip/gc/mk)