Kongreya Star: Dem dema berxwedana topyekûn e
12:59
JINHA
QAMIŞLO - Endam û rêveberên Kongreya Star bi daxuyaniyek êrîşên dewleta tirk ya li ser siyasetmedarên jin yên li bakûrê Kurdistanê şermezar kirin û hat gotin ku dewleta tirk şerê sedsalan a gelan dixwaze gur bike.
Rêxistina Kongreya Star li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê li ber navenda xwe têkîldarê êrîşên dewleta tirk ya li ser siyasetmedarên jin yên li bakûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku ji aliyê Seroka Kongreya Star Evîn Swêd di daxuyaniyê de banga berxwedana topyekûn li jin û gelê kurd kir û wiha got: "Dewleta Faşîst a Tirkiyeyê ku di êrîş û binpêkirina mafên mirovan de tu sînoran nas nake, ji bo ku dengê azadî û wekheviya gelan bide fetisandin, pêleke zextên hovane daye destpêkirin."
Evînê destnîşan kir ku li bakûrê Kurdistanê piştî ku pêvajoya mûzakereya ji bo çareseriya aştiyane ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji aliyê hikûmeta AKP'ê û dewleta tirk ve hatiye seknandin û wiha domand: "Gotin di cih de be, ji bo şerê sedsalan ya di navbera gelan de pêşbixin, agir geş dikin. Herî dawî girtina hevşaredarên Bajarê Mezin ya Amedê, serdegirtina navenda KJA û êrîşên li ser gel û jinên kurd, tehemûla gelê me dawî kiriye."
Evînê da zanîn ku ew wek rêxistina Kongra Star êrîşên hovane ya li ser siyasetmedarên jin bi tundî şermezar dikin û wiha pêde çû: "Êrîşên dewleta tirk ya li hember gel û jinên kurd wê tu car bi ser nekeve. Dîroka gelê me bi berxwedanî û serîrakirina li beramberî zilm, dagirkerî û neheqiyan re tejî ye, niha jî em di pêvajoyekê re derbas dibin ku di kesayeta jina kurd de, tunekirin û îmheya topyekûn li ser gelê me, herêma me û hêviya azadiyê hatiye destpêkirin. Lewre rola me ya dîrokî heye ku bi seferberiyê xwedî li vîna xwe, şaredariyên xwe, şaredar û siyasetmedarên xwe, azadiya gel û axa xwe derkevin û dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê û hêzên serdest bînin. Em ê ew destên ku dirêjî jinên kurd û rûmeta me dirêj dibe, bişkênin."
Di dawiyê de jî Evînê got: "Li ser vê bingehê em banga têkoşîneke mezin û berxwedaneke bêmînak li gelê xwe li Bakûr, Rojava, Başûr û hemû gelê me li derveyî welat dikin. Dem dema serhildan û berxwedanê ye. Dê jinên kurd jî di meydanan, li her derê vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin."
(ah/rê/rc)