Jinan, êrîşên dijî jinê şermezar kirin

14:06

JINHA

ÊLIH - Binçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin Gulten Kişanak û Berdevka KJA'ê Ayla Akat Ata û êrîş li Êlihê hatin şermezarkirin.

Li Êlihê jinan ji bo êrîş û Binçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin Gulten Kişanak û Berdevka KJA'ê Ayla Akat Ata şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî bi tevlîbûna Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran û gelek welatiyan li Kolana Gulistanê bi pankarta "Destê xwe nede vîna min" vekirî pêk hat.

Berdevka KJA'yê ya Êlihê Songul Korkmaz êrîş û binçavkirina jinan tund şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîş li dijî temsiliyeta li ser têkoşina jinan e. Songulê got ku ew têkoşina azadiya jinê radest nakin û dê têkoşina xwe geştir bikin.

'Em ê li hemberî zilmê têbikoşin'

Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku ew li qadan ji 11'ê îlonê û şunde hemleya darbeyê ji bo derxin holê lêkolin dikin. Ayşe ani ziman ku ew ji bo azadiyê ligel canên xwe mal bi mal digeriyan û li hemberî zilmê têdikoşiyan, lewra êrîş binçaviyên îro wan têk nabe.

'Em ji bo jinan têkoşiyan'

Ayşeyê di dawiyê de bilêv kir ku ew heya dawiyê dê li ba hevlên xwe bin û berxwedana hevalên xwe yên girtî silav kirin û dilsoziya xwe wiha anî ziman: "Em şaredariyan ne wek şîrket ji bo tabela kurdî ku we anî xwer û saziyên jinan bi kar tînin. lewa em dibêjin ku têkoşina me tu carî bi dawî nabe û em ê ji bo azadiyê heya dawiyê têbikoşin û li ber xwe bidin."

(ho/mk)