Jinên Rojava: Divê gelê me li her derê xwedî li vîna xwe derkeve

14:27

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên bajarê Til Temir bi meşeke girseyî êrîşên dewleta tirk ya li ser herêma El Şehba û Efrînê hat şermezar kir û bi yek dengî berxwedana Şehbayê slav kirin. Li aliyê din jî li bajarê Amûdê jî bi daxuyaniyek zilma dewleta Tirkiyeyê hat şermezarkirin.

TILTEMIR

Dewleta Tirkiyeyê û komên alîgirê wan bi hemû dijwariya xwe êrîş biriye ser herêma El Şehba û Katnona Efrînê. Di encama êrîşên hewayî ya ku bi balafirê hatî pêk anîn de gelek komkujî pêk hatî û gel koçber bûye. Îro gelê bajarê Til Temir û gundewarên wê yê Kantona Cizîrê bi meşeke girseyî ev êrîş şermezar kirin. Di meşê de rêveberiya Kongra Star Ronahî Çiya û hemû endam, rêveberiyên sazî û navendên bajêr û jinên gundan amade bûn.

Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan despêkir, heya Çerxerêya Biratiya Gelan dewam kir. Di meşê de jinan berxwedana El Şehbayê slav kir û êrîşên li herêmê şermear kirin. Rêvebera Kongreya Star Ronahî Çiya jî axivî û diyar kir ku, dê ev êrîş hemû bi saya berxwedana şervanan têk biçin û dê îradeya gelan biserkeve û wiha pêde çû: "Hemû planên dewleta tirk û hevkarên wî yên çete dê bibe bela serê wan, gelê Efrînê û gelê me li Rojava geleke berxwedanvan e, dê teslîm nebe. Em wek jinên bajarê Til Temir vê êrîşa li ser herêma El Şehbayê bi tundî şermezar dikin û em soz didin gelê xwe û şehîdên xwe ku em ê xewin û xeyalên wan pêk bînin."

AMÛDÊ

Endam û rêveberên Şaredariya Gel ya Bajarê Amûdê li ber navenda xwe daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Hevşaredara bajarê Amûdê Dîcle Silêman hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk li ser şaredariyên Amed û zextên li ser gel hat şermezarkirin.
Dîcle Silêman wiha got: "Dewleta Tirkiyeyê mafê jiyana azad ji gelê me distîne. Lewre êrîşên li ser gelê me zêdetir kirine. Ev êrîş li ser Rojava jî têne kirin. Serdegirtin û binçavkirina şaredarên gel li Amedê û îşkenceya ku li gelê me û siyasetmedarên me tê kirin, nayê qebûlkirin. Em êrîşên li ser Şaredarên bakûrê Kurdistanê û komkujiyên li ser Herêma El Şehba û Efrînê şermezar dikin. Divê gelê me li her derê xwedî li vîna xwe derkeve."

(kom/rc)