KJA'yê li Mûşê 'hevdîtina jinan' pêk anî
15:11
JINHA
MÛŞ - Di 'Hevdîtina jinan' a ku di pêşengiya KJA'yê de li mûşê hat lidarxistin de Burcu Çelîk Ozkan axivî û diyar kir ku AKP bi biryarên KHK'ê û qeyûmên ku tayîn dike êrîşî ser gelê kurd dike û ew ê li dijî van êrîşan berxwedana xwe bilind bikin.
Li Mûşê bi pêşengiya KJA'yê diçarçoveya kampanyaya "Ez li rêberê xwe, axa xwe û li azadiya xwe xwedîderdikevim" hevdîtina çalakiya hevdîtina jinan hat lidarxistin. Di hevdîtina ku li avahiya bajar a HDP'a Mûşê hat lidarxistin de li salona çalakiyê alên KJA'yê, wêneyên Sêvê demîr, Pakîze Nayir û wêneyê Mîraya pitik ku li Cîzîrê jiyana xwe ji dest dabû hatin daliqandin. Di hevdîtina ku pêk hat de Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Bûrcu Çelîk Ozkan, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Endama PM'a DBP'ê Hatîce Demîrkaya û rêveberên DBP û HDP'ê jî amade bûn.
'Dixwazin me bikin kole'
Hevdîtin bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir û axaftina yekem ji aliyê parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim ve hat kirin. Gulser diyar kir ku bi polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê dixwazin ku têkoşîna bi salan a gelê kurd tune bihesibînin û me bikin kole.
'Êrîşî destkeftiyên gelê kurd dikin'
Piştî Gulser Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Bûrcu Çelîk Ozkan axivî û wiha got: " AKP'ê li gel pêvajoya aştiyê di sala 2014'an de biryaraa şer girt. Pêvajoya şer berê hatibû plankirin. Lê dijberî van polîtîkayên şer û êrîşan gelê kurd dest ji destkefityên xwe berneda û axa xwe neterikand."
Hevdîtin piştî axaftinan bi pirs û bersivan bi dawî bû.
(va-hk/dc/fk/mk)