Di encama êrîşa artêşa tirk de 2 jin di nav de 10 sivîl birîndar bûn
15:25
JINHA
EFRÎN – Li hember êrîş û îhlalkirina sînor ya ku ji aliyê artêşa tirk ve li gundê Sorkê ya Efrînê pêk aniye, bi hezaran welat ji navenda bajêr û nevçeyan herikîn li ser sînor. Artêşa tirkiyê êrîşê girseyê kir û di encamê de 2 jin bi giştî 10 sivîlan bi guleyê leşkeran birîndar bûn.
Artêşa tirk di rojên derbasbûyî de xwestibû ji sînor derbasî gundê Sorkê ya Kantona Efrînê bibin, lê rastî berxwedana gel hatin û neçar mabûn paşve gav bavêjin. Serê sibehê bi zêdebûna tevgera leşkrên tirk ya li ser sînor welatiyên gundê Sorkê û derdor herikîn herêma sînor. Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji herêmê parvekiriye; artêşa tirk êrîşê sivîlên ku li ser sînor di çalakiyê de kiriye û di encamê de 2 jin bi giştî 10 sivîl bi guleyên ku polîsan reşandine birîndar bûne.
Her wiha ji ber bombeyên gazê û ava şîtê gelek jin û zarok ser hişê xwe ve çûne. Li ser sînor hember êrîşa ‘dagirkirina’ artêşa tirk berxwedana gel her ku diçe mezin dibe.
(fr/rc)