Şaradariya Gel ya Kobanê girtina hevşaredarên Amedê şermezar kir

16:24

JINHA

KOBANÊ-Şaradariya Kantona Kobanê êrîşên dewleta tirk li ser Şaredariya Bajarê Amedê şermezar kir û piştgiriya xwe ji berxwenda gelê Amadê re anîn ziman.

Şaradariya Kantona Kobanê ji bo êrîşên dewlta tirk ya li ser siyasetmedar û hevşaredariyên Amedê li ber navenda xwe daxuyanî da. Hevşaredar Zehra Berkel daxuyanî xwend û wiha got: "Em wek şaradariya gel a Kobanê, êrîşên hikûmeta AKP'ê û girtina hevşaredarên Amedê bi tundî mehkûm dikin. Hevşaredar deng û vîna gel temsîl dikin. Dewleta Tirkiyeyê ev vîn û deng kiriye armanca êrîşên xwe. Em bang li gelê kurd li her derê dikin ku bêdeng nemîn in. Em jî wek şaredariya gel ya Kantona Kobanê piştgiriya xwe ji gelê bakûrê Kurdistanê û berxwedana wan re tînin ziman."

Daxuyanî bi çepik û tîlîliyan dawî bû.

(kom/rc)