KCD'ê li dijî êrîşan banga berxwedanê kir
17:31
JINHA
AMED - Kongreya Civaka demokratîk têkildari êrîşa li dijî vîna gelê kurd daxuyaniyek nivîskî da banga berxwedanê kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) binçavkirina hevşaredaran û êrîş şermezar kir û diyar kir ku heta mafê xwe yê hatiye desteserkirin bi dest bixin dê têbikoşin û dê serkefitn ya gelê têkoşer be.
Daxuyaniya KCD'ê wiha ye: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze hewldana darbeya 15'ê tîrmehê veguherîne derfeta çewsandina daxwazên rewa û demokratîk ên gelê kurd û muxalefeta demokratîk operasyonên tasfiyekirinê bi dijwarî didomîne. Bi rakirina destnedayîna parlamenterên vîna gel temsîl dikin, girtina wan xistine rojevê û bi şandina qeyûmên li ser şaredariyan êrîşî vîna gel dikin. Oeprasonên qirkirina siyasî bi qeyûm şandine ser dehan şaredariyên me, girtina hevşaredarên me re bi awayekî topyekûn gelê me jî xistiye nav xwe û bênavber didomîne. Ev yek helwesta dijmanatiya hikûmeta AKP'ê ya li hemberî gel nîşan dide."
KCD'ê bal kişand ser êrîşên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û daxuyanî wiha hat berdewamkriin: "Herî dawî bi binçavkirina hevşaredarên me yên Bajarê Mezin ê Amedê birêz Gultan Kışanak û Firat Anli û bi awayekî bêhiqûqî û bêpîvanî serdagirtina şaredariyê çavsoriya hikûmeta AKP'ê ku vê hewldana xwe bibe heta ku derê nîşan daye. Em ev êrîş û hişmendiya faşîzan-dagirkeriya li hemberî gelê me, vîna wê cehwerî ku bi xwe hilbijartiye û saziyên wê bi tundî şermezar dikin û lanet dikin. Divê raya giştî û gelên Tirkiyeyê vê yekê baş zanibin ku ev êrîş tenê li hemberî gelê kurd pêk nayê, ew êrîşî hemû nirxên hevpar, vîn û destkeftiyên demokratîk dikin. Armanca wan ew e ku têkoşîna demokratîk a gelan bi temamî ji holê rakin."
'Li dîjî êrîşan bê deng nemînin'
Di daxuyaniya KCD'ê de hat diyarkirin ku her ku bêdengî zêde dibe êrîş jî zêde dibin û wiha banga berxwedanê li gel hat kirin: " Divê em baş zanibin, her ku em bêdeng dibin ew refleks û bertekên li hemberî êrîşan lawaz dibe û ev jî rê li ber dijwarbûna êrîşan vedike. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê me û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî van êrîşan bi ruhê serferberiyê têbikoşin, di nava çalakiyên demokratîk debin û li hemberî êrîşên faşîzan ên hikûmeta AKP'ê têkoşîna hevpar bimeşînin û di asta herî bilind de xwedî li hevşaredarên me derkevin."
KCD'ê bi riya daxuyaniya xwe bang li Ewropayê jî kir û ev tişt hat gotin: " Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, saziyên navneteweyî yên mafên mirovan, hemû rêxistinên sivîl û hemû mirovên pêşketî dikin ku li hemberî ev êrîş û operasyonên qirkirina siyasî yên bi hişmendiya tunekirinê tên meşandin, bi gelê me re helwesta xwe nîşan bidin û di nava piştevaniyê debin.
Tu çewisandin, binçavkirin û girtin nikare vîna gelê me têk bibe û ji holê rake. Gelê çawa ku berê li hemberî êrîşên li ser hebûn û nasnameya wan dihatin kirin li ber xwe dida, wê îro jî bi sekneke mezin l ber xwe bide. Dê serkeftin a gel be."
(mk)