Gel pêl bi pêl ber bi gundê Sorkê ve diherike
17:56
JINHA
EFRÎN - Li hember êrîşên artêşa tirk ya li ser sînora di navbera bakûr û rojavayê Kurdistanê ya gundê Sorkê ya Kantona Efrînê berxwedana gel pêl bi pêl mezin dibe.
Artêşa tirk mafê sînoran jî binpê dike û dixwaze bikeve Kantona Efrînê. Serê sibehê artêşa tirkiyê xwestin bikevin gundê Sorkê ya Kantona Efrînê. Li ser vê gelê gund û navçeyan herikîn ser sînorê. Artêşa tirk ya ku nekarî pêşiya berxwedana gel bigre bi guleyan êrîşê girseyên çalakiyê kir. Di encamê de 2 jin bi giştî 11 sivîl birîndar bûn. Her wiha li gorî agahiyên nûçegihana me, ji navendê û navçeyên kantona Efrînê gel pêl bi pêl diherikin ser sînor.
Berxwedana gel berdewam dike.
(fr/rc)