ROJEVA 28'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Ji Tevgera Tabana dij Nîjadperestan a Ewropayê rojnameger Clara Barata diyar kir ku li Kurdistanê zextên mezin hene û anî ziman ku ev zext bi çapemeniyê dest pê dikin, Ewropa di vê mijarê de berpirsyariya xwe nayene cih.
*Jinên ku hember hişmendiya desthilatdariyê serî hildidin berê xwe didin nava hêzên YPJ û QSD'ê. Jina ereb Arjîn Botan diyar kir ku sedema tevlîbûna wê, nepejrandina zilma li ser jinê ye.
*Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Selîna Dogan bertek nîşanê gotina serokkomar a wekê 'wek mêr mirin heye û wek madam mirin heye' da û wiha got: "Di vir de hem li dijî zayendê û hem jî li dijî koka etnîkî heqeretek heye. Ev gotineke nefretê ye."
*Piştî hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê hatin binçavkirin şûnde jinên di çalakiyên protestoyê de cih girtibû rastî êrîşê hatibûn. Jinên Wanê diyar kirin ku ewê çavtirsandina AKP'ê bidin berdewam kirin.
*Mezûnên Akademiya Jîneolojî peyama xwe dan û dan diyarkirin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û bi zanîna jinan wê were parastin. Her wiha ev ji bo xwe wek destpêk destnîşan kirin.
*Koroya Zarokan a Şubadag sê sal berê li Îzmîrê hat avkakirin. Koroya ku derfet da ku ji gelên cuda zarok dest bidin hev di meha Qanûnê de wê di albuma Kurdî derkevin pêşberî hezkiriyên xwe. Di albumê de stranek 'Bila Zarok Tv vebe xêze fîlm dest pê bike' jî cih digire.
*Hevseroka Giştî ya PJAK'ê Zîlan Vejîn di derbarê geşedanên siyasî û encama biryarbûna kongreyê xwe bi ajansa mera parve kir.
*Tîma A ya Jinan a Futbolê ya Wansporê ji bo maçên lîga duyemîn xwe amade dikin û hedef dikin ku sala pêş derkevin lîga yekemîn.
*Jinên kurdan çanda xwe li her derê berdewam dikin. Kedeyên bi destê jinan tên çêkirin, taştên hemû malan de cihê xwe digire.