Clara Barata: Li Kurdistanê zext bi çapemeniyê dest pê dike
09:04
JINHA
AMED - Ji Tevgera Tabana dij Nîjadperestan a Ewropayê rojnameger Clara Barata diyar kir ku li Kurdistanê zextên mezin hene û anî ziman ku ev zext bi çapemeniyê dest pê dikin, Ewropa di vê mijarê de berpirsyariya xwe nayene cih.
Heyeta ku ji Tevgera Tabana dij Nîjadperestiyê ya Ewropayê (EGAM) û Parlamentoya Ewropayê pêk dihat ji bo sê rojan li Kurdistanê hevdîtin pêk bînin hatin Amedê. Clara Barata ku li Portekîzê nûçegîhaniyê dike bi zextên li ser gel û çapemeniyê re ji nêz ve eleqeder bû. Clarayê diyar kir ku bi OHAL'ê re gelek pirsgirêk derketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybet li ser Kurdan û çapemeniyê zextên mezin hene. Ji bo ev zext bên zanîn em li Ewropayê têdikoşin."
'Nizanin Kurd çi dijîn'
Clarayê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me xwest gelê li vir çi dijî. Lê di vê mijarê de astengî derketin. Dema li ser vê mijarê dixebitim min ev rewş ji edîtorê rojnameyê re got lê helwestek neyînî nîşan da. Piştî van helwestan ez htim vir. Belkî bi welatên din re zêdetir eleqeder dibin. Nizanin Kurd li vir çi dijîn. Kurdên li Tirkiyeyê zêde nayên zanîn.Pirsgirêk bi rojnamegeran destpê dike. Rastî zextan tên. Berpirsyarî dikeve ser milê Ewropayê divê bêdeng nemîne. Ji bo saziyên Ewropayê têkevin nava tevgerê em têdikoşin. Li Tirkiyeyê bêdadiyek mijara gotinê ye. Divê em têkoşînê bilind bikin. Çi ji destê me bê em dikin."
(şa-mla/hu)