Arjînê li hember zilma mêr azadiya xwe di nav QSD'ê de dît
09:05
Ebîr Ehmed-Lava Sîrac/JINHA
HESEKÊ- Jinên ku hember hişmendiya desthilatdariyê serî hildidin berê xwe didin nava hêzên YPJ û QSD'ê. Jina ereb Arjîn Botan diyar kir ku sedema tevlîbûna wê, nepejrandina zilma li ser jinê ye.
Li rojavayê Kurdistanê jinên ku bi têkoşîna xwe yê mezin navê xwe li dîrokê dineqişînin, ji bo tolê ji çeteyên hov bigrin tevlî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dibin. Jina ereb Arjîn Botan a ji bajarê Heseka Kantona Cizîrê ye û li hember dagirkerî û zîhniyeta desthilatdariya DAIŞ'ê tevlî hêzên QSD'ê bûye diyar kir ku, bi tevlîbûnê re wê derfetê xwe naskirinê bêhtir dîtiye û got ku yek ji mijarên sereke ya ku hêştiye tevlî bibe jî mijara jinê ye. Arjînê got: "Nakokiya min ya sereke di derbarê jinê de bû. Birayê min zilm li me dikir. Ew ji min mezintir bû û nedihişt ez biçim dibistanê. Ew xwedî nêrîneke muhafezekar bû. Lewre mudaxleyê cil û berg, heta axaftina me jî dikir. Birayê min nedihişt ez derkevim derve, bi qasî 8 mehan ez li axira sewalan hiştim. Min êdî nema vê rewşê tehemûl kir û min biryara jiyaneke azad da."
'Ez ê bibim bûka vî welatî, ne bûka mêrekî'
Arjînê anî ziman ku ji ber ew tevlî nava hêzên QSD'ê bûye gelek kêfxweşe û wiha axivî: "Ez pir kêfxweşim û ne poşmanim ku tevlî QSD'ê bûme. Ji ber min azadiya xwe li vir dît, min kesayeta xwe li vir naskir. Birayê min xwest min bizewicîne bi mêrek temen mezin re, lê ez reviyam ji malê. Min nexwest ez bibim milkê mêrek. Ez ê bibim bûka vî welatî, ne bûka mêrek.'
'Ferq û cudahî di nava QSD'ê de tune ye'
Arjînê got ew deyîndarê keda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ku li ber jinan daye ye û got: "Serok Apo me ji zilma mêr xilas kirin." Arjînê di derbarê perwerdeya ku di nav QSD'ê de jî tê dîtin jî wiha agahî da: "Dewreya me dora 3'ê mehan dewam kir, min ferq û cûdahî di navbera endam û hevalan de nedît. Em tev bi ruhê hevaltiyê dijîn. Bi taybet tu ferq di navbera pêkhateyan de nayên nîşandayîn. Em tev li dijî zilm û desthilatdariyê têdikoşin." Arjînê di dawiyê de jî tevahî hevalên xwe yên li eniyên şer berxwedidin slav kir û soza bilindkirina têkoşînê da.
(en/rc)