Jinên Wanê: Em ê AKP'ê bitirsînin

09:10

JINHA

WAN - Piştî hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê hatin binçavkirin şûnde jinên di çalakiyên protestoyê de cih girtibû rastî êrîşê hatibûn. Jinên Wanê diyar kirin ku ewê çavtirsandina AKP'ê bidin berdewam kirin.

Piştî hevşaredarên Amedê hatin girtin, di çalakiya li ber şaredariyê de Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat hat binçavkirin û ji heyeta Îmraliyê jî Ceylan Bagriyanik û jinên rastî şîdetê hatibûn.

Ev yek rastî bertekên jinan hatin. Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetînê got ev êrîş nîşan dide ku dewlet ji jinan ditirse û wiha berdewam kir: "AKP'ê bi qayyûman qezencên gel xesp kir. Bi girtina Gultan û Firat ev xesp berdewam kir. Ev êrîşa topyekun li dijî îradeya jinê hatiye kirin. Jinên binçavkirin protesto kirin rastî êrîşa tûnd hatin. Êrîşa hatiye kirin li dijî hemû jinan hatiye kirin."

'Em hemû Gultanin'

Endama Meclîsa Şaredariya Wanê Melek Şadalê jî destnîşan kir ku bi mehane mufetîş li şaredariyane û bi lêv kir ku piştî teftîşên hatin kirin encam nedan, êrîşê îradeya gel kirine, xizmeta ji gel re hatiye kirin nekarîbûne hezm bikin. Melekê wiha berdewam kir: "AKP'ê di hilbijartinên herêmî de dixwest Amedê bigire. lê gel ew tercîh nekirin. Li ser vê serî li van rêyan dan. Hemû jinan binçav bikin jî têkoşîna me bi dawî nabe. Em hemû Gultan Kişanakin."

Endama KJA'yê Behîce Abî diyar kir ku AKP jinan hedef digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez li vir aşkera dibêjim. Bila ji me jinan bitirsin. Ji ber ku emê desthilatdariyê bi têkoşîna xwe bitirsînin. Emê her tim li qada bin."

(htk-ng/hu)