Akademiya Jineolojiyê çavkaniya zanînê ye
09:12
JINHA
DÊRIK- Mezûnên Akademiya Jîneolojî peyama xwe dan û dan diyarkirin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û bi zanîna jinan wê were parastin. Her wiha ev ji bo xwe wek destpêk destnîşan kirin.
Jinên ku girêdanên zanînê bi jiyanê re, bi civakê re, bi xwezayê re lêdikolin û zanînê pêşkêşî civakê dikin, xebatên xwe bi Akademiya Jîneolojî berdewam dikin. Akademiya Jîneolojiyê 1'min dewreya perwerdeya xwe di 1 ê cotmehê de li bajarê Dêrîka Kantona Cizîrê da destpêkirin û di 26 ê cotmehê de bi dawî bû. Bi beşdariya 17 jinên ku ji Kobanê, Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dêrîk, Girkê Legê hatin û navê dewrê ku ji bo Şehîd Toprak Çerkez hat etifkirin de waneyên di tewereya Jîneolojî de hatin dayîn.
Di akademiya Jîneolojî de ji qrîza zanistên civakî re çareserî tên bidest girtin. Ji ber vê minhaca waneyan bal dikişîne. Waneyên hatin dîtin Rêbaz û heqîqeta ku bi rastiya jinan ve pêşketiye, Yekemin şoreşa jinan Dema Neolîtîk, Derketina Bîrdoziya zayendiperestî, Kevneşopiya Berxwedaniya Jin, Sosyolojiya Azadiyê, Ceribandinên Şoreşê Yên Jinên Cîhanê, Di Mekanên Yekem yê Şoreşa Jinê de Şoreşa duyem, Netewa Demokratîk û Hevjiyana Azad bûn. Di dewreya Perwerdeyê de, rênîşanerên çalekiyê yên Jîneolojî Demografya, Etîk-Estetîk, Aborî, Polîtîka, Tendurustî, Ekolojî, Perwerde û Dîrok weke wane hatin bidestgirtin. Jinên ku bi çavdêriyek Jîneolojiyê di qadên jiyanî yên bingehîn de li rêyên çareseriyê digerin gotin ku "Êdî kes nikare bi çavê jin temaşekirina me û destdayîna me ya jiyanê asteng bike." Mezûnên Akademiya Jîneolojî ku peyama 'Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye' dan wiha dewam kirin: "Şoreşa Rojava wê bi zanîna jinan were parastin. Ev destpêkeke." Her wiha dan diyarkirin ku wê di her qadê de bi nêrîna Jîneolojiyê xwe birêxistin bikin.
Ji Desteya Zanistê ya Akademiya Jînolojî Zînê Agirî di axaftina girtinê de kelecana mezûniyeta yekem anî ziman û wiha got: "Di akademiye de jinan bi zanînên xwe hewil dan jiyanê bi wate bikin. Jîneolojî zanista jina ye. Ev herkesî bi kelecan dike. Ev dewre di encama têkoşîna şehîdên nemir rêheval Bêrîtan, Zîlan, Sara û bi hezaran şehîdên ku em bi bîr tînin çêbûye. Bi ceribandin û hewildanên van rêhevalan me gîhaştine vê encamê. Ev ceribandin û zanîn di jiyana jinan de bûne kokên şoreş û jiyana jinan."
Piştî axaftina girtinê dayikan wêneyên nîşaneya yekemin devreya Jîneolojî ya 'Şehîd Toprak Nêrgîz' vekirin û pîroz kirin.
Bi dîlan, stran û tililiyan û bi taybet bi dirûşmên "Biji Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Jin, Jiyan, Azadi" merasîm bi dawî bû.
(zs/rc)