Li şûna endama Meclîsa DBP'ê qeyûm tayîn kirin
11:31
JINHA
SÊRT - Li şûna endama Meclîsa Şaredariya DBP'ê ya Sêrtê Mujde Bozan a ku di meha Tebaxê de hatibû girtin û ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji kar hatibû durxistin qeyûm hat tayînkirin.
Li şûna endama Meclîsa Şaredariya DBP'ê ya Sêrtê Mujde Bozan a ku di meha Tebaxê de bi îdîaya "endama rêxistinê ye" hatibû girtin û di 19'ê Îlonê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji kar hatibû durxistin qeyûm hat tayînkirin.
Di nivîsa ku Waliyê Sêrtê ji şaredariyê re şandiye de hat diyarkirin ku li şûna Mujde Bozan, bi qebûlkirina Wezareta Karên Hundir re Gazî Armut ewekî qeyum hatiye tayînkirin.
(fk/mk)